Seleteya artîşokê yan seleteya neynoka bûkê ji seleteyên zadeganên kurd bûye. Li ser xwarin-vexwarinên zadeganên kurd xebateke zanistî nîne. Gelek rêçên wê di wêjeya devkî de tê dîtin. Bo mînak di stran, gotinên pêşiyan, çîrok û suhbetan de behsa jiyana palasên (koşk) key û mîrên kurd tên kirin. Artîşok (Cynara scolymus) jî di seleteyan de dihatibûye bikaranîn. Di pêjgeha kurd de gelek seleteyên wiha dewlemend hebûne.

Îro terîfeya wê hinekê hatiye guhertin. Terîfeya li vir hatiye dayîn, ne ya orjînal e. Bo mînak fringiyên wekî xarê hûrik in, berê tunebûye.

Bertevî (melzemeyê tevlîkirinê)

biguhêre

Amadekirin

biguhêre

Artîşok, pîvaz, ava nîvê lîmonê û xwê berdin quşxaneyê, bi tiliyekê (bêçî) ser re avê berdin navê, heya nermijî bû bikelînin.

Di badiyekê 2 SA birincê di nava şorava germ de, bi qasî 20 deqeyan bidin sekinandin. Paşê ava wê bidarivînin, bi tevî 1 KX rûnê zeytê, 3 SA av û şekir bidin ser agir. Heya ava xwe kişan bikelînin. Ji ser agir daneynin, bila 10 derxûngirtî bimîne, paşê bikin badiyekê.

Artîşoka stûrî hatiye hûrkirin, hêliz, pîvaza teze, kuvark, merzekew, îsota rengzer û rengsor (kubîkî, wekî zarê hûrkirî), polikê tevlî birincê bikin.

Rûnê zeytê ya maye û ava lîmonê jî tevlî bikin, tev bidin. Ser wê bi frîngiyên hûrîk bixemilînin û bînin ser destexaneyê (sifre).