Selasê Bawecanî (navçe)
Şaristana Selasê Bawecanî (bi cafî: شارستانی سەلاسی باوەجانی) yek ji navçeyên Parêzgeha Kirmaşanê ye li Rojhilatê Kurdistanê ya girêdayî dewleta Îranê. Navenda vê navçeyê bajarê Tazawayî Selas bi kesên balix ve du hezar û pênsed kes in.Ezgile bajarekê din yê vê navçeyê ye.Li vê navçeyê sê eşîrên mezin hene: Bawecanî ,Qubadî, Weledbeygî.
Li cotmeha 2016dan de li vê heremê pêvçûn di navbera hêzên Îranî û Kurdî de derket. Di encamê de 12 gerîlayên PJAKê hatin kuştin. Piştî vê bûyerê li gor çavkaniyên PJAKê, 26 pasdarên Îranê û 6 caş jî ji aliyê wan ve hatin kuştin.[1][2]
Herêmên şaristana Selasê Bawecanî
biguhêreEv şaristan xwedî du herêm, şeş gundistan,du bajar û 252 gundan e û her wisa sinor li gel dewleta Iraqê jî heye.Berfirehiya vê navçeyê 5000 kîlometreye û xelkê vê navçeyê çil û du hezar kes in.
- Herêma Navendî ya Şaristana Selasê Bawecanî
- Gundistana Xaneşûr
- Gundistana Deşt Her
- Gundistana Zemekan
- Bajar: Tazavayî Selas
- Herêma Ezgille
- Gundistana Ezgile
- Gundistana Cîgran
- Gundistana Serqel'e
- Bajar : Ezgille
Çavkanî
biguhêre
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |