Saten

cureyekî qumaşê di hevrîşimê zirav de tê çêkirin

Saten, satîn bestirek (qumaş) e. Gelek cureyên wê hene. Di cîlûbergan de wekî rûpişt (betan) jî tê bikaranîn. Ji bêjeya fransî satin, navê xwe digire.

Bo rûyê nivînan baş e.

Ji vê qumaşê rûyên nivînan, kincên xewê hwd tên çêkirin. Di vê bestirê têkelek ji hirî, pembû, hevrîşim tê bikaranîn lê standardeke wê nîne. Carnan yek ji vana zêde yan kêm tê bikaranîn.