Salnameya kurdî, ev salname ye ku berê ji aliyê kurdan ve dihat bikaranîn.

Salnameyeya Selanîkê (1896), bi osmanî, yewnanî, ermenî, îbranî, fransî, bulgarî ye û salnameya Hîcrî, ya cihuyî, ya Julianî (20/10) û ya Gregorî (1/11) tên dîtin

Salnameya kurdî Newroz (li başûrê Kurdistan ji meha Adarê re Newroz dibêjin) rojeke kifşe û di salnama kurdî de bi "Sersalî" hatiye edilandin. Kurdan bi vê rewşê bi cîranên xwe daye nasîn jî. Ji xwe navê wê her karî ronahî dike û bi kurdî ye: new= nû, roz= roj, newroz= nû roj yanê roja nû, ne ku meha nû ye.

Di 21ê adarê 2016an de, li Newrozê de salnameya kurdî dikî bibî cejnan 1ê 2628.[1]

Salnameya nûjen a kurdan

biguhêre

Gelek navên curbecur ji bo mehan tê bikaranîn. Navên mehên kurdî yên ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Stembolê ve hatine pejirandindin û di salnama Enstîtuyê de hatine weşandin ev in: Adar, Avrêl, Gulan, Pûşper, Tîrmeh, Gelawêj, Rezber, Kewçêr, Sermawez, Berfanbar, Rêbendan û Reşemî.

Têgiha navên salnameya kurdan

biguhêre

Ev nav hemî kurdî ne, kevn in, û têgihdar in jî. Xweza di her mehê de li gor werza xwe têgih distîne. Bi kurtî têgiha navên wan ev in:

  1. Adar: Kurtkirina "Avdar"ê ye.[çavkanî hewce ye] Ji xwe hinek herêm Avdarê bikartînin. Têgiha bi av, xwedî av, têrav dide. Him jî têgiha "av dikeve daran" dide.
  2. Avrêl: Ji peyvên av û rêl (daristana çiyan) hatiye himatê.[çavkanî hewce ye] Di vê mehê de av dikeve rêlan jî. Ango rêl jî şiyar dibin.
  3. Gulan: Meha gulan. Li Kurdistanê di vê mehê de gul tên çinîn.
  4. Pûşper: Hevedudaniya ji peyva "pûş" û "per" e. Ji giyayê ne diriyê hişkolek re "pûş" tê gotin. Di vê demê de giyayê çiyan wisa hişk dibe her wekî bi per in, ba lê dixe û difirîne. Lewra bi navê "Pûşper" hatiye bi nav kirin.
  5. Tîrmeh: Hevedudan î û ji wûşên "tîr" û "meh" pêk hatiye. Tîr naveke din ji bo Sirius e. Tîr stêrka herî ronî de ezmanan e. Navê mehê 'tîrmeh' ji vê sterkê tê, ji ber ku di dawiya vê mehê derdikeve.
  6. Gelawêj: Di vê mehê de, stêrka Gelawêj xwiyadibe û cîhan hêdî hêdî ber bi sermayê ve diçe.
  7. Rezber: Li Kurdistanê bi piranî tiriyên rezan di vê mehê de tên çinîn. Ji bo çi peyva birîn tê bikaranîn û çinîn nayê xebitandin. Lewra weşiyên (gûşiyên) tirî tên birîn. Ji ber vê yekê "Rezçin" ne rast e. Rezber bê xweşûş rast e.
  8. Kewçêr: Ji çêrîna kewan hatiye hevedudanî kirin. Di vê mehê de kewên koçber ber bi zivistanwarên xwe ve difirin û bi şev diçêrin. Li gor wê, ev meh weha hatiye bi nav kirin.
  9. Sermawez: Têgiha navê wê li ser e; sermayê tîne.
  10. Berfanbar: Ji barîna berfê ev nav lê hatiye kirin. Di vê mehê de gelek berf dibare, hişkî dikeve, serma zêde dibe û di serê mehê de çile zivistanê dest pê dike.
  11. Rêbendan: Ev nav ji bendkirina riyan hatiye girtin. Dewra berê çara berfavêtin û vekirina riyan tune bû. Ji ber vê yekê, gava qasek berf dibariya, pêşî li riyan dihat girtin. Ango dibû mîna bendan û bi hesanî riya derketinê ne dida. Ji xwe di mehên zivistanê de, li Kurdistanê zêde barîna berfê, tundiya bager û bapêçê û ketina şapan (aşîd) tê zanîn. Ev bûyer hemî ji sedemên bendkirina riyan bûn.
  12. Reşemî: Ev nav ji meha reş hatiye himatê. Her çiqas peyva "reş" bi têgiha peyvî ya ferhengî, rengdêra rengê reş e, lê bi biwêjkî bi têgiha xwerû, saf, sade tê bikaranîn. Wekî, mêrê reş, jina reş, leşkerê reş, zivistana reş û hwd...
21-03 21-04 22-05 23-06 24-07 24-08 24-09 25-10 23-11 23-12 21-01 20-02
Cêjnan Gulan Zerdan Puşper Gelawêj Xuweşan Baran Xêzan Saran Befran Bendan Reşemang [2]
Xakelêw Gulan Cozerdan Puşper Gelawêj Xermanan Rezber Gelarêzan Sermawez Befranbar Rêbendan Reşeme [3]
Cêjnan Gulan Zerdan Perper Gelawêj Nûxuşan Baran Xêzan Saran Befran Bendan Remshan [4]
Xakelêw Banemîr Cozerdan Pûşper Gelawêj Xermanan Rezber Xezellwer Sermawez Befranbar Rêbendan Reşemê [5]
Xakelêw Banemer Cozerdan Pûşper Gelawêj Xermanan Rezber Xezelwer Sermawez Befranbar Rêbendan Reşeme [6]
Xakelêw Gulan Cozerdan Pûşper Gelawêj Xermanan Rezber Gelarêzan Sermawez Befranbar Rêbendan Reşeme [7]
Nîskan Gulan Cozerdan Trîmê Gelavîj Kewcêr Sermaviz Çileyê Pa. Sevba Avdar [8]
Nîsan Gulan Hêzîran Tîrmeh Tebax Elûn Çiriya Pê. Çiriya Pa. Çileyé Pê. Çileyé Pa. Sebat Adar [9]

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ Kopîkirina arşîvê, Ji orîjînalê di 9 sibat 2008 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 9 sibat 2008{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  2. ^ Interview with older Kurds from Southern Kurdistan in Exile
  3. ^ Kurdish-Persian Dictionary, A. Sharafqhandi "Hejar Tehran, Iran. 1991.
  4. ^ Kermanshahan and Its Ancient Civilization. Iraj Afshar. Tehran 1992.
  5. ^ Historical Geography and Comprehensive history of Kermanshahan, M. ali Soltani. Vol. 2, Tehran. 1993.
  6. ^ The Kurdish calendar published by Sérwe the Kurdish Cultural Journal, Wirmí 1995.
  7. ^ The Kurds: A Concise Handbook, Mehrdad R. Izady, Taylor & Francis Publishers, Washington, D.C., 1992.
  8. ^ Interview with older Kurds from Northern Kurdistan in Exile
  9. ^ The Kurdish calendar published by PSK (Socialist party of Kurdistan) for year 2000 in Sweden.