Salih Demîcer
Salih Demîcer (jdb. 1972), çîroknivîs, rojnamevan, wergêr û nivîskarekî kurd e.
Salih Demîcer | |
---|---|
![]() | |
Jidayikbûn | 8ê adara 1972an (53 salî) Kobanî, Heleb |
Pîşe | Nivîskar, rojnamevan |
Zimanê nivîsinê | Kurdî |
Netewe | Kurd |
Hevwelatî | Sûrî, DYA |
Şêweyê wejêyî | Çîrok, helbest |
Berhemên navdar | |
| |
biguhêre![]() |
Ew di 8ê adara sala 1972an de li gundê Şêranê yê ku bi Kobaniyê ve girêdayî ye hatiye dinyayê. Wî xwendina xwe ya seretayî û navendî li gundê Şêranê û lîseya xwe jî li bajarê Kobaniyê bi dawî kir.
Li dawiya sala 1991ê de, Demîcer berî xwe da Libnanê û li zanîngeha wê dest bi xwendina zanista siyasî kir.
Di destpêka sala 2007an de ta sala 2012an jî, wî karê pêşkêşkevaniyê di bernameya Down Town a kenala Kurdistan TV kir.
Ji sala 2012an ve ew li Amerîkayê dimîne. Niha jî di Radyoya Dengê Amerîka de karê xwe yê rojnemavaniyê dike.
Salih Demîcer di sala 1990î de dest bi nivîsîna helbestê kir, lê piştî demeke ne dirêj wî berê xwe da nivîsîna kurteçîrokan.
Berhem
biguhêreDi sala 2002an de, wî berhevoka xwe ya yekem a kurteçîrokan bi navê Sozne ji Berfê li Beyrûtê çap kir. Berhevoka duyem jî, di sala 2006an de bi navnîşana Dilkoçerê Sirûcê li Şamê hate çapkirin.
Salih Demîcer xwe ji wergerê jî bê par nehêlaye. Wî li dawiya sala rabirdûyî 2019an de pirtûka nivîskarê ereb ê navdar Cibran Xelîl Cibra a bi navnîşana Baskên Şikestî wergerandiye kurdî.[1]
Çavkanî
biguhêre
Ev gotara ji bo nivîskarekî kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |