Sîwan, alava li dijî tîrêjên rojê tê bikaranîn. Ji ya mirov li dijî baranê bikartîne re berbarank jî tê gotin, heger ne di forma kincan de be jî. Carnan navên wan tên tevlîhevkirin.

Sîwanên nûjen
Gustave Caillebotte (1848–1894): Rue de Paris, temps de pluie, 1877.

Ferhengoka sîwan, berbarank ûêd biguhêre

  • Sîwan, siyê çêdike, li dijî tîrêjên rojê
  • Berbaran(k), li dijî şilî, ba û baranên din, pirranî di forma kincan de
  • Sîwanok, sîwanên biçûk, herwiha navê kulîlkek
  • Sîwan, rohniya, xeleka dora heyvê
  • Sîwan, xeleka di îkonan de li dora seriyan tê çêkirin, xrîstiyanî
  • Sîwane, paraşût
  • Sîwangirtin, xelekgirtin, dorxelekbûn
  • Sîwanebaz, werzîşkarê sîwaneyan
  • Parasol, ji bandora zimanên ewropayiyan ve jî di kurdî de hatiye bikaranîn ku sîwan bi xwe ye

Dîrok biguhêre

Ji vir 4 hezar sal berê li Mezopotamyayê (parek axa Kurdistanê jî dikeve vê herêmê) hatiye bikaranîn. Li Egîptê (misir) hin cureyên wê yên li dijî qûmê pêşketine. Herwiha li Egîptê wekî sîmboleke pîroz jî hatiyae hewandin.

Berbaran ango sîwanên li dijî şiliyê, cara berê li Çînê rûdaye, wan bikaranîne. Di sedsala 16. de li Ewropayê bipêşketiye, gelek form û cureyên wê derketine. Wekî aksesuwarekê di cîhana şovê de jî hatiye bikaranîn.

Sala 1830'yê li Londonê fîrmaya bi navê "James Smith and Sons" dest bi hilberîn û firotina wê kirine. Sala 1852'yê şirîtên lajwerdî di sîwanan de hatiye bicihkiriye ku ev elastîkiya wê zêdetir dike.