Tirşo

(Ji Rumex hat beralîkirin)
Tirşo
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Plantae
(ne aşkera ye): Angiosperms
(ne aşkera ye): Eudicots
(ne aşkera ye): Core eudicots
Kom: Caryophyllales
Famîle: Polygonaceae
Cins: Rumex
Cure: R. acetosa
Navê zanistî yê latînî
Rumex acetosa
L.
Hevwate

Rumex stenophyllus Ledeb.

Tirşo (Rumex acetosa) ji famîleya tirşoyan (Polygonaceae) navê cinsekê riwekan e. Pincarek e biharê ye. Bi qasî 130 cureyên wê hene. Pirranî li nîvkada bakur bicihbûyî ye.

Li Kurdistanê gelek tê dîtin û gelek cureyên wê hene. Pincareke tirş e. Li hin deverên Kurdistanê jê re kerika berxê, tirşikê zerecan, sêxaşik, tirşoya nalik jî dibêjin. Di rastiyê de evana hemî cureyên tirşoyê ne.

Cureyên wê yên bingehîn (di zanistiyê de)

biguhêre

Cureyên tirşoyê (bijarte)

biguhêre

Li Kurdistanê binavkirinên cureyên wê

biguhêre

Mixabin li ser giha û pincarên Kurdistanê kesê xebat nekiriye. Kîjan cure di zanistiyê de bi kîjan navê tê binavkirin, kêm tê zanîn.

  • Tirşoya zerecan, tirşoya zozanan
  • Sêxaşik (tirşo): Kêm pelgên wê hene, li cihên kêmavî û hişk tên dîtin, tehma wê hinekê tal e lê hin kes bi taybetî li wan digerin).
  • Tirşoya çivîkan (çûçikan, balindeyan, pelgên wê gelek hûrik in, bi qasî nikulê balindeyan in)
  • Tirşoya berxikan (tirşoya xweşik, tirşoya bêrîvanan)
  • Tirşoya ga (xelk naxwin lê li hin deveran dixaşînin, darikên wê wekî mûzan dişelînin, dixwin)
  • Tirşoya nalî (tirşoya nalik, tirşoya dişibe nalên/nehlên hespê)
  • Tirşoya bejî (kovî)

Bihara Kurdistanê dixemilînin, zarok wê dikin nava nanên tenûrê, hinekê xwê (sol) pê werdikin dixwin. An bi sîrim an pincarekê din wekî simak/simaqê dixwin.

Di bijîşkiya gelêrî de bo saxkirina kunêran, pizikên mezin tê bikaranîn. Tirşoyê dikelînin didin ser birînê.

Çavkanî

biguhêre

Girêdanên derve

biguhêre