Risteya bacanê yan ristoka bacanreşkê yek ji xwarinên quşxaneyê yên herêma Mêrdînê ye.

Bi bandora pişavtinê li bakurê Kurdistanê carnan ji dabiristandina (rêzkirin, qorkirin) goşt an sebzeyan re dîzme jî dibêjin ku bi romîkî (tirkî) di heman wateyê de ye, ti têkiliya wê bi dîzilê (dîz, dîzik) nîne. Bi tirkî jî navê vê xwarinê kirine patlican dizmesi.

Berkelî (melzemeyên xwarinê) biguhêre

  • 500 gr bacan
  • 500 gr goştê kişandî (bibez be baştir e)
  • 1 SA (stekana-qedeha avê) rûnê zeytê
  • 1/2 SA av
  • 3 fringî (bacanê sor, pamîdor, tomatos, şamî)
  • 1 KŞ (kevçiyê şîraniyê) xwê (solin)
  • 1 KŞ îsota reş

Ravek biguhêre

Bacanan bi xelekî hûr bikin, di nava şoravkê de 20-25 deqeyan bihêlin. Pakij bişon, bidarivînin. Di nava rûnê zeytê de biqijilînin.

Goştê kişandî bikin teşt an badiyekê, xwê û îsota reş tevlî bikin, bistrên. Kufteyên panik çêbikin, di tepsiyê de tîkane qorek bacan, gorek kufte rêz bikin.

Qalikên fringiyan bigirin, hûrane hûr bikin, li ser bacan û kufteya rabixînin. Devangê bigirin, di agirê nizm de bikelînin.