Rehikîtî
Rehikîtî an jî Bûyera Kapîler, bûyereke fizîkî ye ku madeyekê madeyekê din dikişîne xwe. Ev bûyer sîstema ragihînê ya riwekekê rave dike. Ev bûyer wexta ku hêza kişanê ya ku di navbera şile û madeyekê de ye, ji hêza kişanê ya ku di navbera molekûlên şileyê de ye, pirtir bibe diqewime. Yanê wexta ku hêza adezyonê ji hêza kohezyonê zêdetir bibe ev bûyer pêk tê.
Bi saya bûyera rehikîtî, riwek ava xwe ji koka xwe bi rihetî karin bigirin. Ji bo çavdêrîkirina rehikîtî, boriyên rehikî, sazgerîna taqî ya ku herî pir tê bikaranîn e. Boriyeke cam, bi tîkane li hundirê şileyeke wekî avê tê noqandin. Di encama vî de jî menîskusekî rûçal çêdibe. Bilindayiya avê û dirêjiya eşkêla boriyê ji hev re rêjedar in.Ev rêje rêjeya vajî ye. Bo nimûme, boriyeke cam a bi nîveşkêleke 0.5 mmyî, avê karê bibe bilindayiyekî 2.8 mmyî. Nirxa vê nîveşkêlê çiqas hindik bibe, bilindayiya ava ku ber bi jor ve diçe zêde dibe.
Dîtina bilindayiya avê
biguhêreBilindayiya şileya ku ber bi jor ve diçe, bi vê formûla ku li xwarê hatiye dayîn tê dîtin.[1]
Li vir derê:
- : Kirjiya rûxarî ye. Yekeya wê N/m ye.
- θ: Hokeya mizişê(temas).
- ρ: Kesafeta (tîrbûn) şileyê ye. Yekeya wê kg/m3.
- g: Zûkahiya erdkêşî ye. Yekeya wê m/s² e.
- r: Nîvelkêşa boriya camê ye. Yekeya wê m.
Jê cuda binêrin
biguhêreÇavkanî
biguhêre- ^ G.K. Batchelor, 'An Introduction To Fluid Dynamics', Weşanên Zanîngeha Cambridge (1967)
Ev gotara têkildarî fizîkê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |