Open main menu

Refik Halit Karay romanûs, nivîskarê çîrokan û rojnamevan bû. Di 15'ê adarê 1888’an de li Stenbolê ji dayik bû. Di 18'ê tîrmehê 1965’an de li Stenbolê miriye.

Ew bi çîrokên xwe yên behsa Anatolyê dike û bi helwestê xwe yê li dijî ‘Şerê Rizgariyê yê Tirkiyê’ tê naskirin. Li Vezneciler’ê, li Şemsü’l-Maarif û Göztepe’yê li Taş Mektebê hîndekarî dît. Dersên taybet wergirt. Mekteb-i Sultani’yê (Lîseya Galatasaray) qedand. Di sala 1907’an de dest bi Mekteba Huquqê kir. Di Nezareta Maliyê de, ji Qelemdariya Devair-i Merkezê weke katip ketê. Piştî Meşrûtiyeta 2’emîn, dev ji karmendiyê berda û di 1908’an de, di Servet-i Fünun û Tercüman-ı Hakikatê de dest bi nivîsê kir. Di 1909’an de, bi navê ‘Son Havadis’ (Havadîsa Dawî) rojnameyek ava kir, 15 hejmar çap kir. Tevlî Civaka Fecr-i Ati’yê bû. Di kovarên pêkenokî yên "Kalem" û "Cem"’ê de bi navê çêkirî «Kirpi » dest bi nivîsên pêkenokî yên siyasî kir. Di sala 1912'an de kete lîsteya ‘Yên Nayên Xwestin' ya Partiya İttihat û Terakki'yê û şandin sûrgûnê Sînopê. Di sala 1918’an de bi hewildanên Ziya Gökalp, vegeriya Stenbolê. Di Robert Kolej’ê de mamostetiya Tirkî kir. Di rojnameyên Vakit, Tasvir-i Efkar û Zaman’ê de meqale nivîsand. Bi saya hogiriya Damat Ferît Paşa, yekser piştî mûtarekeyê, tevlî Fırka Hurriyet û Îtîlafê bû. Di sala 1919'an de, bû Gerînendeyê ‘Posta’ û ‘Telgraf Umum’ê. Piştî dagiriya Îzmîrê, bi Tevgera Anatoliyê re, di qrîza telgrafê ya di navbêra Hukumeta Stenbolê de dihate jiyandin, aliyê Hukumeta Stenbolê girt. Di 1922'an de kovara mîzahê ya Aydede derxist. Piştî rizgarkirina Stenbolê, di 1922’an de reviya Beyrûdê. Di 1'ê hezîranê sala 1924'an de, di Lîsteya sedûpênciyan hate zêdekirin.

Pişti jiyana xwe ya qaçax a 15 salan, di 1938’an de bi derketina effûyê re vegeriya welatê xwe. Cardin dest bi rojnamevaniyê kir. Di rojnameyan de nivîs nivîsand, kovara Aydede ji nû ve derxist. Bi çîrokên mîzahî dest bi nivîskariyê kir. Di 1919’an de, di dîroka Çîroknûsiya Tirkî de rûpeleke nû vekir. Çîrokên wî yên bi navê « Memleket Hikayeleri » (Çîrokên Welêt) di 1919’an de hate weşandin. Bi vê pirtûkê, çîrokvaniya ku heta wê rojê li Tirkiyê tenê bi Stenbolê ve bi sînor mabû, vegûhezand Anatoliyê. Bi vî aliyê xwe ve, kete nav pêşengên « wêjeya gund » ku pişt re belav bû û pêş ket. Piştî 1920'an, zêdetir zimanekî famdar û safî bikar anî. Di romanûsiya wî de du xetên cûda bi bandorin. Romana wî ya beriya bireve dervehî welat nivîsandibû ya bi navê « İstanbul’un İç Yüzü » (Rûyê Rastîn ê Stenbolê) romana wî ya herî bi bandor tê hesibandın. Di vê romana ku di sala 1920’an de hate weşandin, ji dervehî teknîka romanê, perçeyên ji hev qetiyayî bi awayekî mozaîkane bi hev ve kir û Stenbola ku ji desthildarbûna Îttîhat Terakkî heta Şerê Yekemîn ê Cîhanê, bi hemû reng û xetên wê pêşan da. Di romanên piştî vegera xwe ya Tirkiyê de, armanca wî ew bû ku bigîje zêdetir kesan, zêdetir were firotin û were xwendin, loma hûnerê danî aliyekî û berê xwe da berhemên tîcarî. Di van romanan de di dewsa rastiyên welêt de, bûyerên li welatên dervehî Ewropayê qewimîne rave kir.

BerhemBiguherîne

RomanBiguherîne

  • İstanbul’un İçyüzü (Rûyê Hûndir ê Stenbolê) (1920)
  • Yezidin Kızı (Keça Yêzîd) (1939)
  • Çete (1939)
  • Sürgün (Sûrgûn) (1941)
  • Anahtar (Mifte) (1947)
  • Bu Bizim Hayatımız (Ev jiyana me ye) (1950)
  • Nilgün (3 cilt, 1950-1952)
  • Yeraltında Dünya Var (Di bin erdê de cîhan heye) 1953)
  • Dişi Örümcek (Pîra Zê) (1953)
  • Bugünün Saraylısı (Qesirdarê îro) (1954)
  • 2000 Yılının Sevgilisi (Dildara sala 2000î) (1954)
  • İki Cisimli kadın (Jineke du cisim) (1955)
  • Kadınlar Tekkesi (Tekkeya Jinan) (1956)
  • Karlı Dağdaki Ateş (Agirê li Çiyayê bi Berf) (1956)
  • Dört Yapraklı Yonca (Yoncaya Çar Pelan) (1957)
  • Sonuncu Kadeh (Qedeha Dawî) (1965)
  • Yerini Seven Fidan (Fîdana Hes ji cîhê xwe dike) (1977)
  • Ekmek Elden Su Gölden (Nan ji dest, av ji golê) (1980)
  • Ayın On Dördü (Çardehê Mehê) (1980)
  • Yüzen Bahçe (Bexçeyê avjen) (1981)

ÇîrokBiguherîne

  • Memleket Hikayeleri (Çîrokên Welêt) (1919)
  • Gurbet Hikayeleri (Çîrokên Xerîbiyê) (1940)

MîzahBiguherîne

  • Sakın Aldanma İnanma Kanma (Qet Nexape, Bawer nake û Yeqîn neke) (1915)
  • Kirpinin Dedikleri (Gotinên Şojî) (1918)
  • Agop Paşa’nın Hatıraları (Bîranînên Agop Paşa) (1918)
  • Ay Peşinde (Li pey heyvê) (1922)
  • Tanıdıklarım (Kesên wan nas dikim) (1922)
  • Guguklu Saat (Saeta Bi deng) (1925)

RojevBiguherîne

  • Bir İçim Su (Aveke xweş) (1931)
  • Bir Avuç Saçma (Kolmek Saçme) (1939)
  • İlk Adım (Gava Yekem) (1941)
  • Üç Nesil Üç Hayat (Jiyanek Sê Nifş) (1943)
  • Makyajlı Kadın (Jina bi maqyaj) (1943)
  • Tanrıya Şikayet (Gazinc li xwedê) (1944)

BîranînBiguherîne

  • Minelbab İlelmihrab (1946)
  • Bir Ömür Boyunca (Dirêjahiya Temenekî) (1980)