Rebeca Linares

pornostêrka spanyol

Verónica Linares Bazán (San Sebastián, bi baskî: Donostia, 13ê hezîrana 1983an), ku bi bernavka xwe Rebeca Linares tê zanîn, pornostêrkeke spanî ye[1][2] û Xelata AVN'ê wergirtiye,[3] ku wekî Oscarê ya pornoyê tê hesibandin.[4]

Rebeca Linares
Rebeca Linares (2009)
Navê rastî
Rebeca Linares Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jidayikbûn
Verónica Linares Bazán

13ê hezîrana 1983an(1983-06-13) (40 salî)
EsilBaskî
Navê dinRebeca Linares
HevwelatîSpanya Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
PîşePornostêrk, modela erotîkê
Salên çalak2005 - roja me
Bejn157 cm (5 ft 2 in)
Xelat
  • Penthouse Pet (2009)
  • FICEB Awards (2007)
  • AVN Best Three-Way Sex Scene - Girl/Girl/Boy (2010) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Jînenîgarî biguhêre

Linares di 13ê hezîrana 1983an de li San Sebastian (Donostia), Welatê Baskî, Spanya ji dayik bû. Di sala 1988an de bi malbata xwe re koçî Barselonayê kir.[5] Di sala 2005'an de li Spanyayê dest bi kariyera xwe ya di pîşesaziya pornoyê de kir lê ji ber kêmbûna kar û mûçeya nebaş wê li deverên din ên Ewropayê mîna Almanya û Fransa dest bi kar kir. Di sala 2006an de, ew çû Los Angeles a Kalîforniyayê da ku nêzî hevalê xwe û lîstikvanê pornoyê yê navdar Nacho Vidal be .[6]

Di sala 2006an de, Rebeca ji bo vîdyoya Universal Max 7 dîmenek bi lîstikvan û derhênerê navdar û nakokî yê amerîkî Max Hardcore re kişand .Di sala 2008an de, ew di kovara Maximê de û di fîlma komedî ya seretayî Homo Erectus de ligel stêrkên fîlman Ron Jeremy û Jacklyn Lick de xuya bû.

Di adara 2009an de, ew ji hêla kovara Penthouse ve wekî Pet of the Moth hate binav kirin.[7] Di heman salê de, Canal + 1 belgefîlmek li ser jiyan û kariyera xwe ya Amerîkî bi sernavê Vente a Las Vegas, nena ( bi wateya Were Las Vegasê , pitik ) çêkir.Belgefîlm li Las Vegasê hat kişandin, ku lîstikvan beşdarî merasîma Xelatên AVN-ê bû, bi bernavkê Oscarên pornoyê, ku jê re di heşt kategoriyan de berbijar bû, û jiyana pîşeyî ya Linares dişopîne.Di heman demê de ew belegefîlm xebata rojane ya Linares, hêvî û bêhêviyên wê, û tekoşîna wê ya ji bo li ser piyan bimîne di pîşesaziyek tengahî de nîşan dide ku kariyera jinan bi taybetî kurt e.

Di kanûna paşîn a 2010an de, Linares xelata AVN-ê ji bo baştirîn sehneya sêkesî ji bo fîlmê Tori Black is Pretty Filthy, ligel Tori Black û Mark Ashley wergirt.

Xelatên wergirtî biguhêre

  • 2007 Xelata FICEB Ninfa – Lîstikvana Piştgiriyê a herî baş (Iodine Girl)
  • 2010 Xelata AVN – Sehneya sêkesî ya herî baş (Tori Black Is Pretty Filthy)[3]

Fîlmnîgarî (bijartî) biguhêre

Girêdanên derve biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Rebeca Linares: "El cine porno no necesita más guion". 20minutos (bi spanî). Roja gihiştinê 29 îlon 2022.
  2. ^ "Entrevista exclusiva a Rebeca Linares". estrellasdelporno.com (bi spanî). Ji orîjînalê di 8 kanûna pêşîn 2015 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 29 îlon 2022.
  3. ^ a b "2010 AVN Award Winners Announced". AVN.com (bi îngilîzî). 10 kanûna paşîn 2010. Ji orîjînalê di 13 kanûna paşîn 2010 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 29 îlon 2022.
  4. ^ "Premios AVN 2015: Así fue la alfombra roja de los Oscar del porno". peru.com (bi spanî). Roja gihiştinê 29 îlon 2022.
  5. ^ "Entrevista a Rebeca Linares". 20minutos (bi spanî). Ji orîjînalê di 19 adar 2015 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 29 îlon 2022.
  6. ^ "Rebeca Linares". Bang Bros (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 29 îlon 2022.
  7. ^ "Rebeca Linares Penthouse Pet March 2009". penthousereport.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 29 îlon 2022.{{cite web}}: CS1 maint: url-status (lînk)