Edogawa Ranpo ( bi japonî 江戸川 乱歩) an jî latînîkirin Edogawa Rampo, navê wî yê rast Hirai Tarō (平井 太郎); z. 21'ê kewçêrê 1894 li Nabari, Honşû, Japon - m. 21'ê tîrmehê 1965) rexnegirê wêje û nivîskarekî japon bû. Ew weke damezrînerê wêjeya polisye ya nûjena japonî tê hesibandin. Gelek çîrokên wê derbarê detektîv bi nav Kogoro Akechi de ye ,ku di romanên paşî de pêşengê koma lawên detektîv bi nav Yaneya Detektîvên Law (少年探偵団 Shōnen tantei dan) ye .

Edogawa Rampo
Navê rastî
Hirai Tarō
PîşeNivîskar
Bandorbar
BandorkerGosho Aoyama
ZarokRyūtarō Hirai ( kur)
biguhêreBelge

Jiyan biguhêre

Edogawa kurê malbatek dewlemend bû. Bavê wî pargîdaniyek mezin damezrand da ku di xortaniya xwe de ji wî re ti xemgîniyên darayî tune. Ji 1912 heta 1916 ew li Zanîngeha Waseda zanista aboriya gelê xwend. Piştra wî bi karên cûda re rûtîn kir. Dûv re, ew dikana pirtûkfiroşî ya xwe bi hevalên re vekir, di vê demê de ew jî zewicî. Di ciwantiya xwe de Edogawa gelek roman û çîrok xwend û heyranek mezin ê Edgar Allan Poe bû. Bernavka wî Edogawa Rampo li ser bingeha wergera japonî ya Edgar Allan Poe ye - di heman demê de, lêbelê, nîgarên ku têne bikar anîn dikarin wekî " Geşta Edoyê ( çem) " jî tête fam kirin.Digel Poe her wiha herdu nivîskar Maurice Leblanc û Arthur Conan Doyle ewî re bandorbar bûn.

Hîçek (trîviya) biguhêre

Shinichi Kudo di manga/rêzefîlma Detektîv Conan paşnavê bernavkê xwe Conan Edogawa ji aliye Rampo Edogawa û pêşnav ji aliye Arthur Conan Doyle hilda.

Kemera astroid (10321) Rampo wek wê nivîskar hatiye navandin.

Di sala 2005an Rêzefîlmek ( Anîme) ku li ser berhêmên Edogawa binyatkirî ne li ser sernavê Rampo Kitan: Game of Laplace dihat çêkirin.

Çavkanî biguhêre

https://de.m.wikipedia.org/wiki/Edogawa_Rampo