Kogoro Akechi (bi japonî: 明智 小五郎, lat. Akechi Kogorō) detektîvekî taybet yê aşopî ye ku ji aliyê nivîskarê japon Rampo Edogawa ve hatiye afirandin.

Kogoro Akechi
Navê rastî
明智 小五郎 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîJapon Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
PîşeDetektîvê taybet
Hevjîn
  • Fumiyo Akechi Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Kesîkirina fîgûrê biguhêre

Kogoro Akechi mêrekî mezin, dilgir û rind xemilandî ye û ku encamên jîr distîne ema hinek jî eksentrîkî ye. Bi bervajiya paşê de dîmena wê ya berê de ew bi porên belawela û kîmonoya hincirî bû û wê demê de di xaniyeke 10-qm- di tebeqa duyemîn li ser dikaneke titûnê de dijiya.

Kogoro Akechi di nepandina bi kinc hosteyî ye û her wiha jî dizane. Ew di dozên zor de alikariya polisan dike, bi taybet li Tokyoyê li ku ew dijî ema ew li gunditî jî alîkarî dike.Wexta ku ew difikire ew cigareyên misirî dikişîne. Ew pêhesiya xwe ji amajeya xwe zêdetir dibawerîne . Dozên tawankarî ew bi kanînên xwe yê derûnî çareser dike.

Kogoro Akechi bi jinek bi navê Fumiyo zewicî ye . Ew herdu lawek bi navê Yoshio Kobayashi pêsikandî kirine. Ew jî ji nepandina bi kinc hosteyî ye , bi taybet wek jinekî cîwan. Yoshio her wiha serkêşê Yaneya Detektîvê Law e ( Boy Detectives-Club) . Akechi gelek caran wê yaneyê bikar tîne ji bo agahî ji bo dozên xwe biciwîne. Dijvanê Akechi Şeytanê 20 rû ye (Kaijin nijū mensō) , dizekî bêkotek ku ne ji bo pere didize lê belê tek ji bo jîrî ya xwe çespandî ke. Herdu kes de rêz li hev du re he. [1]

Nivîskar û berhemên wê biguhêre

Kogoro Akechi ji aliye Rampo Edogawa ve dihat afirandin. Rampo heyranekî Arthur Conan Doyle bû û kesê romana wê Sherlock Holmes wek emsalê Kogoro Akechi sirûşt bû. Kogoro Akechi di sala 1925an di cara yekem di kurteçîrokekî de kifş dibû. Di sedsala çarîka lipê detektîvê ji Tokyoyê di çîrokên din yê Ranpo de doz zelal kir û wisa Akechi kesê aşopî yê yekemîn bû ku di wêjeya japon bi dîsa kifşbû. Di çîrokên Rampo de dengê nizm bi dersiriştî û şehwanî ve ye.

Hîçek (trîviya) biguhêre

Shinichi Kudo di manga/rêzefîlma Detektîv Conan paşnavê bernavkê xwe Conan Edogawa ji aliye Rampo Edogawa û pêşnav ji aliye Arthur Conan Doyle hilda. Di eynî manga de pêşnavê detektîvê şêxsî Kogoro Morî ji Kogoro Akechi tê .

Di sala 2005an Rêzefîlmek ( Anîme) ku li ser berhêmên Edogawa binyatkirî ne li ser sernavê Rampo Kitan: Game of Laplace dihat çêkirin.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Kogoro Akechi | ConanWiki.org – Dein Detektiv Conan-Wiki". conanwiki.org (bi almanî). Roja gihiştinê 3 hezîran 2018.