Rakirina qedexeya li ser firîna balafirên artêşa Iraqê

Piştî ku Amerîkayê qedexeya li ser firîna balafirên artêşa Îraqê rakir, di 1'ê nîsanê sala 1991ê de debalafiran careke din bombe barand ser erda Kurdistanê. Bi sed hezaran kurdên ji başûrê Kurdistanê li hemberî vê yekê bi tirs û fikara ku Helebçeyên din çê bibin, berê xwe dan sînorên bakurê Kurdistanê û rojhilatê Kurdistanê. Kurdên ku jiber mirinê direviyan ketin pencê trajedî û xizaniyê. Bi sedan kurd ji bîrçînan, serma û seqemê jiyana xwe ji dest da, tenê xelkê Kurd xwedî li wan derket, bi îmkan û derfetên xwe alîkarî gelê xwe yê ji perçeyên din ê Kurdistanê kir.