Radyo Newa, radyoyeke kurdî ye.

Logoya Radyo Newa

Radyo Newa, radyoyeke nûçeyan e, ku bi kurdî û erebî, li ser du kenalên radyoya satelaytî, rojane 24 saetan weşanê dike; ku ji saet 6ê sibê heta 12ê şevê, serê nîv saetê carekê nûçe û guherînên Iraq û Herêma Kurdistanê bi taybetî û yên cîhanê bi giştî belav dike.

Radyo Newa, ku li Iraqê ezmûna yekem a bi vî rengî ye, 1ê kanûna paşîn a 2005an de dest bi weşanê kir. Newa, li Iraqê destpêka projeyeke mezin a dezgeheke medyayê ya serbixwe ye, ku di di pêş de projeyeke mezintir, wekî kenaleke televîzyoneke fezayî û ya rojnameyekê daye ber xwe.

Bernameyên Radyo Newa biguhêre

  • Bêsansûr

Bernameyeke rojane ye û bi awayekî giştî li ser pirseke diyarkirî girîngiyê dide nêrîn û ramanên welatiyan ku di bernameyê de tê azirandin.

  • Şirove

Ev bername heftê carekê tê pêşkêşkirin û zêdetir li ser şirovekirina daxuyaniyên komelayetî, siyasî û rewşenbîrî ye.

  • Germegerm

Ev bername pêdeçûn û şirovekirina wan bûyerên germ û giring ên siyasî û komelayetî ye, ku li Kurdistan û Iraq û herêmê têne rojevê

Girêdanên Derve biguhêre