Raûf Bêgard (1942'a li Kerkûkê) çîroknivîsekî Kurd e.

Raûf Bêgard di sala 1942an de li bajarê Kerkûkê hatiye dinê. Wî bi salên biçûk dest bi nivîsandinê kiriye û di dawiya salên pêncî de çîrokên wî di kovaran de hatin wesandin. Bi navê Buwar û Hawar du kitêbên wî ên kurteçîrokan hene. Rauf Bêgard gelek çîrokên Çexov jî wergerandine Kurdî.