Rıfat Ilgaz
Mehmet Rıfat Ilgaz (jdb. 1911 li Kastamonu - m. 7ê tîrmeha 1993an li Stenbol), helbestvan, nivîskarekî navdar ê tirk bû. Bi romana xwe ya Hababam Sınıfı (Pola Hababam) hat naskirin ku ji vê romanê rêzefîlmek hat kişandin.
Rıfat Ilgaz | |
---|---|
Jidayikbûn | 24 nîsan 1911 |
Mirin | 7 tîrmeh 1993 Stembol |
Cihê goristanê | Goristana Zincirlikuyuyê |
Hevwelatî | Tirkiye |
Perwerde | |
Xebat | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Xwedî nêrînên demokrat û çepgir bû. Helwesta wî ya bo bicihanîna maf û daxwazên kurdan nêzîkî ya çepa tirk bû. Nedixwest kurd çarenûsa xwe bi xwe terxan bikin, dixwest di bin desthildariya Tirkiyeyê de hin mafên wan ên çandî bên naskirin.