Han, ango çemê Han an jî robarê Han (bi korêyî 한강, Han Gang; bi înglîzî Han River) robarekê welatê Korêya Başûr e ko bi nav Sêûla paytextê welatî da derbaz dibit. Ev robar ji hevgirtina du tayên bakur û başûr her bi vî navî pêk dihêt. Tayê başûr ji Çiyayê Dêdûk û tayê bakur jî ji Çiyayê Gumgang dizêt. Herdu ta hev digirin û bi nav bajarê Sêûlê da derbaz dibit û dirijit nav Deryaya Zer. Dirêjiya robarê Han 514 km in.

Robarê Han