Rêbaza tevgerzaniyê

Rêbaza tevgerzaniyê ango behaviorizm, yek ji dibistanên psîkologiyê ye û pirranî li DYA pêşketiye. Behaviorizm di şerê dinyayê ye I. de ji hin psîkologên Emerîkayî hatiyê pêşxistin. Behaviorizm, metoda şopandin û ceribandinê bikartîne. Stîmulûs (niqurç) û response (berpê) bingeha lêkolînan e. Psîkologên ku vê rêbazê dihewînin metodên din zanîstî nabînin. Gorî wan destkeftiyên ku bi rêbazên zanîstî nehatine holê, qîmeta wan nînin. Tevgerên mirov û ajalan heman mekanîzmayê dihewînin. Ji ber wê psîkologên vê dibistanê li ser ajalan jî ceribandinan dikin. Navdarên vê dibistanê Îwan Pawlow , Dashil, Watson hwd in. Pawlow bi kuçikên xwe tê nasîn.