Qulp an jî Elîdizk[çavkanî hewce ye] (bi tirkî: Tuzluca) navçeyeke ku bi girêdayî bajarê Kurdistana Bakûr Îdirê ye. Nêziki navenda bajêr ciyayên Koyê hene mirovan ji bo ku xoya (sol, xwêy, xwê) paqij derxînin çiya kolane di encama kolandinê de qulpen mezin derketine holê, navçeyê navê xwe ji van qulpan hilgirtiye û bûye Qulp. Navçeyê da û gunden girêdayi navçeyê temamî kurd in, gelek hindik azerî jî hene belam gelek hindik in. Hejmara navçeyê 15 hezar e, %52 kurd in, ên mayîn ji azerî ne.

Qulp
Tuzluca
Cihê Qulpê di parêzgeha Îdirê de
Navçe
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Îdir (parêzgeh)
Serbajar Qulp
Qeymeqam Murat Sarı

Hejmara bajarokan 1 bajarok
Hejmara gundan 81 gund

Gelhe (2008) 25.739[1] kes
Rûerd 1.254 km2
Berbelavî 20.5 kes/km2
Bajarê navendî
Gelhe (2008) 9.790 kes
Koordînat 40°02′32″Bk 43°39′45″Rh / 40.04222°Bk 43.66250°Rh / 40.04222; 43.66250
Bilindayî 1095 m
Koda postayê 76900
Koda telefonê (+90) 476
Qulp li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Qulp
Qulp
Qulp (Tirkiye)

Qulp heta sala 1992 ya tevî Îdirê ew jî girêdayî Qersê bû. Rêya Ermenistan û Tirkiyeyê li vê navçeyê de diçe. Di Qulp ê de her cûre fêkî şîn dibin. Di Serhildanên Agiriyê de ew jî heremeke rizgarkirî bû û ala rengîn li vir jî pêl dida.

Di navçêde şikeftên xwê hene û xwêya wê boy her cure nexwaşiyan şîfaye. 81 gundê vê navçeyê hene.

Navê Qulpê di sala 1934'î de bi fermaneke nivîskî ya Mustafa Kemal Atatürk wekî cezayê tevlîbûna gelê herêmê ya Serhildana Agiriyê hatiye guhertin û kirine Tuzluca. 81 gund, 20 mezreyên wê hene. 8 mezre jî bi fermî nayên pejirandin. 39 km ji Îdirê dûr dikeve.

Çavkanî biguhêre