Qulka Cafo şikefteke ji şikeftên Kela Anêrê ye. Ji du beşan pêk hatiye. Beşa têketinê mezin e. Li çepê têketinê sewkeyên runiştinê tê de hene. Ji arîk û dîwarên wê şopên verojtinê û teniya salan xûya dike. Meriv dikare ber bi aliyê paşiya beşa têketinê di navberekê re derbasî beşa duyem bibe. Vê beşê ji beşa têketinê piçûktir e. Berî wextan ji hêla gelekan ve lêbelê hetanî demên dawî jî ji aliyê gundiyekî xizan ê bi navê Cafo ve weke mal û star hatiye xebitandin. Navê wî xizanê îro bi navê vê şikeftê re dewlemendiya gund e.

Bi vegotina mezinên wê demê beriya erdheja 66an li jêrê Qulka Cafo di dûşa erdê re şikefteke gelek mezin jî hebûye. Mezinahiya vê şikeftê bi qasî ku çend kerî pez bihewîne bûye. Lêbelê di erdheja 66an de beşeke Kela Anêrê hilweşiyaye û têketina vê şikefta mezin bi kevir û zinar û xweliyeke gelek zêde hatiye girtin.

Di Qulka Cafo û şikeftin derdorê de civat hatine lidarxistin. Gelek caran sewt û awaza Dengbêj Reso li van şikeftan olan daye.

Li jêrê Qulka Cafo bi ava xwe ya sar û xweş Kaniya Kelê diherike.

Mijarên têkildar biguhêre