Qolinc

yekem rêzfîlmê kurdî ye

Qolinc yekem rêzfîlmê kurdî ye. Ev fîlm ji bo MED TV wek 15 xelek hate kişandin. Ji aliyê Jîr Dilovan ve hatiye nivîsandin

Taybetiya fîlm a herî girîng ewe ku yekem car rêzefîlmekî bi kurdî ye. Di nav kurdan de ev destpêk e!

Ew fîlm bi maliyeteke wisa erzan hat kişandin ku li dinyayê dikare bikeve nav pirtûka rekoran. Em bifikirin ku jibo her beşên fîlmên bi vî awayî 150 hezar markên almanî tê serfkirin. Lê bes jibo 15 beşê Qolinc tenê 5 hezar markên almanî hate serfkirin. Helbet sedemên wî yê cuda hene, wek girêdena bi tekoşîna netewî û alîkariyên gel. Herweha derhêner, senarîst û lîstikvan jî ji dil û can bêpere cîhêxwe girtin û keda xwe dane rêzefîlm.

Bi taybetî di destpêke de divê bê şirovakirin ku rola derhêner gelek mezin bû û bi qasî 40 sala keda wî di warê sînemayê de hebû. Ev jî hizkiriyê rêzefîlm zêde kir.