Jîr Dilovan
Jîr Dilovan nivîskar û wergêrekî kurd e.
Sala 1956'an li gundê Hêştireka Midyadê hatiye cîhanê. Dibistana seretayî li gund, ya navîn li Midyadê û dibistana mamostetiyê jî li Kirşehir bajarê Tirkiyeyê, sala 1975an qedandiye. Dû re jî xwendina xwe ya bilind li Zanîngeha Anatolî ya Eskîşehirê kuta kiriye. Di gelek kovar û rojnameyan de nivîs û helbestên wî hatine weşandin. (Welat, Welatê me, Rewşen, Jiyana Rewşen, Nûdem, Huner, Amara, Kovara W) Di kovarên Huner û Amara de di desteya weşanê de cîh girtiye. Leyîstika wî ya bi navê Qolinc (15 beş) û gelek skeçên wî di Med Tv de hatine weşandin. Di Televizyona Mezopotamya de, di bernameya Rojbaş Kurdistan de, dersên zimanê Kurdî dane û demekê bernameya "Destpêka Rojê" amade û pêşkêş kiriye. Di Radyoya Dengê Mezopotamya de, sê bernameyên wêjeyî yên bi navê "Ji Kaniya Wêjeyê," "Şana Helbestê" û "Li Benda Rojê" amade û pêşkêş dike. Niha li Almanya dijî.
Berhem
biguhêre- Zenga Zêrîn – roman , weşanên Mezopotamya 2003
- Ji Biçûkan re Çîrok Ji Mezinan re Dîrok – Helbestên Fabl, weşanên Şaredariya Sûr a Amedê 2006
- Qolinc -Senaryo – ristefîlm DVD 1-2-3
- Bi Pirs û Bersivan Dîroka Kurd û Kurdistan Cild-1, Weşanên Pêrî 2007
- Ji bo Kesên Gihîştî, Mamoste û Perwerdekaran[çavkanî hewce ye]
- Waneyên Kurdî-Kurmancî – Weşanên Înstîtûta Kurd, REWSEN 2008
Werger
biguhêre- Arî Mezin - [Kurdên Elewî Di Dorpêça Agir de], Weşanên Eylem, 2001
- Abdullah Öcalan: Ji dewleta rahib a Sumer ber bi Şaristaniya Demokratîk, Cild-I (2003)]°
- Abdullah Öcalan: Ji dewleta rahib a Sumer ber bi Şaristaniya Demokratîk, Cild-II (2003)
- Bextiyar Qehreman: Banga Ji Heskîfê – helbest, Weşanên Pêrî - 2006
Ev gotara ji bo nivîskarekî kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |