Qerejdax
Qerejdax (bi tirkî: Karaca Dağ) çiyayekî li Kurdistanê ye. Qerejdax bi zîvirok, bilind û dirêj e û volkaneke vemirî ye. 1.957 m bilind e. Lavên ku ji çiyayê Qerejdax hatine avêtin, bi kilometreyan li dora çiyê belav bûye û wekî kevirê reş tê binavkirin. Li her derê dora çiyayê Qerejdax mirov dikare li van keviran rast bê ku li gund û bajaran jî kela û xanî bi piranî pê hatine lêkirin. Çiyayê Qerejdax ji Amedê her ku ber bi navçeya Wêranşarê diçe nizim dibe û dû re bi deşta Herranê re dibe yek.
Qerejdax | |
---|---|
Zangeke herêma Qerejdaxê | |
Bilindayî | 1.957 m |
Cih | Riha û Diyarbekir, Bakurê Kurdistanê, Tirkiye |
Koordînat | 37°42′41″Bk 39°49′45″Rh / 37.71139°Bk 39.82917°Rh |
Nexşeya cihan Tirkiye
| |
Cure | Volkana mertalê |
Birinca xwe tê naskirin.
Di rîwayetan de tê gotin ku wexta ku Xweda dinya çêkir, çiya hemû belavkirin, Qerejdax giriyaye û gotiye: "Ey Rebb il-Alemin! Te hemû çiya ji min dûrxistin. Te ez tenê hiştim li vir!" Û Rebb il-Alemîn got ku: "Lê tu tenê li vir ma û ez ê navê te pir xweş û şêrin bikim".[çavkanî hewce ye]
Ev gotara têkildarî çiya an rêzeçiyayan şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |