Qeliya kalamarê cure xwarineke rûnbirêşkê yê ji koma xwarinên masiyan û çêjên deryayê yên pêjgeha kurd e. Gelên cîran jî ji masiya kalamarê xwarinan çêdikin.

Kalamar

Kalamar (bi latînî, Loligo ommastrephes an Loligo vulgaris ji koma Teuthida) ajaleke deryayî ye. Lingên wê di serî de ne. 30-200 cm dirêjiya wê ne. Heger bitirsin êrîş dikin. Bi taybetî yên bejna wan li ser 1 m re ne xeterdar in. Tehma goştê wê gelek xweş e.

Berkelî (bo şeş kesan) biguhêre

Çêkirin biguhêre

  • Kalamaran pakij bişon û di dirûvê xelekê de bibirrin.
  • Karbonat û şekirê pê werbikin û bo nermbûna kalmaran bistrên.
  • Di nava teştekê din de, ard û xwê tevlîhebv bikin, tevdin.
  • Kalamaran bi ard bikin di nava rûn de dualî sor bikin (biqijilînin).

Bo çêncê:

  • Gizêrê wekî zara nerdê tîke bikin, bendikê jî heman.
  • Sîr û kixseyê (yan pîvazê) hûrane bibirrin.
  • Rûn berdin rûnbirêşkê (taweyê).
  • Gizêr, kixse, sîr û bendikê tevlî bikin, heya nerm bû biqelînin.
  • Pakêta konserveyê berdin rûnbirêşkê, xwê, nîvê kevçiyê rihana maran tevlî bikin heya ava xwe kişand, 3-6 deqe bikelînin.
  • Çêncê (sosê) û kalmaran bidin ser sênikan (binik) û bînin ser destexaneyê.