Qelareşk (helbest)

helbesta Edgar Allan Poe

Qelareşk (bi îngilîzî The Raven), helbesteke nivîskarê amerîkî Edgar Allan Poe ye. Ew helbest cara yekem de di 29ê kanûna paşîn a 1845an de di rojnameya newyorkî Evening Mirror hatibû weşandin û derbarê qijakekî ye yê dikare bipeyve û di nîvşevê de difire li cem mala mêrekî perîşan yê evîndara wî miriye. Ew helbesteke nastirîn a yekîtiyên dewletên Amerîkayê ye.

The Raven and other Poems (Qelareşk û helbestên din). Wêneyê John Rea Neill e (1910).

Naverok biguhêre

Di helbestê de vebêjê helbestitî dema pirtûk dixwîne û nêzîkê xewê ye derî de dengê lêdanekî tê guhê wî . Mêr ji bo mirina evîndara xwe Lenore pir gêj bû ye û bi xwendina pirtûkan (dikar be pirtûkên Okûltism ne ) xemrevandin digere yên jixwe hişê wê hê biheyecan kirine. Lê wisa dilê wî hê zû lê dixe li dema zerbûna agirê dûkêşê de an ji xuşîniya perdeyan . Ji bo bêhna xwe fireh ke ew xwe re dibêje ew lêdana deriyê ji mêvanekî derenghatî ye. Wexta ew ema derî vedike û kes li vir tune ew di bin bandora pirtûkên ecêb dîsa hevî dike ku ew lêdana derî ji Lenore tê. Dema ew dîsa vedigere odeya xwe dîsa lêdan tê guhê wî , îcar ji pencerê . Ew pencere vedikê û pencere de qijayek difirê li nav odeyê li ser busta Atîna . Vebêj dixwaze navê qijak bizan be û wê lema dipirse. Qijak jî diweqîne : ,,Tew qet". Mêr li ser vê xwe dipirse qijak li ku wî hîn bûye û çi mebest dike. Mêr xwe re dibêjî Lenore dîsa bîr ke. Li ser vê qijak nepirsyayî dibersîvîne : ,,Tew qet". Ew vebêjê fît dike û ew qijak re pirsên xwe didomîne : Gelo ji bo canê wê dilxweşî heye û dikar be ew belkî Lenore bihûşt de bibîne . Qijak herdu pirs bi : ,,Tew qet" dibersîvîne . Di tevê hev de hêrsa mêr tê û qijak re tika dike ji bo qijak ewî biterkîne . Qijak jî wek hema eynî dibersîvîne.Helbest bi vê dawî te ji mêr an jî canê wî di nav sîyê qijak yê te diramedîne û tew qet hil dibe.

Wergera kurdî biguhêre

Wergêrê kurd Samî Hêzil ev helbest di pirtûka xwe ya bi navê Qelareşk û Bîst Helbestên Din (2004) de wergerand bo kurdî. Di Weşanên Bajar de derket[1].

Çavkanî biguhêre