Qasiman

Gundekî Gimgima Mûşê

Qasiman (bi romî kirine: Köprücük), gundekî navçeya Gimgima Mûşê ye.

Qasiman
Köprücük
Qasiman li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Qasiman
Qasiman
Koordînat: 39°16′18″Bk 41°12′13″Rh / 39.27167°Bk 41.20361°Rh / 39.27167; 41.20361
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehMûş
NavçeGimgim
NahiyeStûkuran
Bilindahî
1.695 m (5561 ft)
Nifûs
 (2010)
88[1]
Koda postayê
49600
Koda telefonê(+90) 436
Map
biguhêreBelge
Dûrahî
Bajar gund Navçe
? km ? km

Li ser dîroka gund lêkolîneke zanistî nehatiye kirin. Herêm pirr ji berê ve cihwar bûye. Avakarê gund bi navê Qasim kurê Bro Hus (Huseyin ?) mirovek bûye, navê xwe daye gund jî. Bi texmîni bingeha gund di salên 1600î de hatiye avêtin. Neviyên Qasim ji ber sedemên nayên zanîn ji gund bar kirine, çûne aliyê Çewlîgê. Di destpêka 1800ê de, Osmaniyan xwedîtiye gund dane mirovek bi navê Mistefa Zeynel. Heft lawên wî hebûne. Îdiayek heye, li vê gundê wextekê malên Hayan (Ermeniyan) jî hebûne, axayên wê demê dest dane ser malên wan.

Mixabin gund ji assîmîlasyonê gelek para xwe girtiye. Di viya de rola sîxurê navdar ê dewletê Mehmet Şerif Fırat gelek mezin e. Lewra wî serokatiya êla Xormekan dabû destên xwe û axavtina Dêrsimkî (zazakî) jî qedexekiribû. Firat nivîskarê pirtûka ku dewleta Tirk di dema înkarkirina hebûna kurdan de wekî delîl nîşan dida Dîroka Parêzgehên Rojhilatê û Gimgimê (Dogu Illeri ve Varto Tarihi) ye. Di vê pirtûkê de propagandaya "tirkbûna kurdan" dihate kirin.

Xwendiyên gund gelek in. Pirraniya gundiyan bar kirine, çûne bajarên mezin ên Tirkiyeyê û Ewropa. Şêniyên gund bi kirmanckî (dimilkî, zazakî, kirdkî) diaxivin û ji aliyê olî ve Elewî ne.

Erdnîgarî

biguhêre

25 km ji Gimgim, 90 km ji Mûşê dûr dikeve. Koord: 41° 12' 0 Rojhilat, 39° 16' 59 Bakur.

Aboriya gund bi giranî li ser alîkariyên koçberbûyan, ajalvanî û çandiniyê ye.

Gelhenasî

biguhêre
Sal Gelhe[2]
2010 88
2008 77[3]
2000 98
1990 331
1985 329

Wargehên balkêş

biguhêre
biguhêre

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ tuik, 2010[girêdan daimî miriye]
  2. ^ Yerelnet, Köprücük, ji orîjînalê di 6 nîsan 2015 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 26 gulan 2011
  3. ^ tuik, 2008[girêdan daimî miriye]

Girêdanên derve

biguhêre