Piya kovareke bi Kurdî (Kirmanckî, Zazakî, Dimilî, Kirdî, Ginî) û Romî (Tirkî) weşan kiriye û ji aliyê kesekî bi navê Ebubekir Pamukçu ve li Swêdê derhatiye ye.

Kovarê weşana xwe di nava salên 1988 heya 1992'î domandiye. Kovareke pesindarî û dirûşmeyî bûye û zimaneke li dijî doza gelê Kurd bikaraniye. Ji ber ku Ebubekir Pamukçu yek ji giregirên sîxuriya dewleta Tirk bû û di pirtûkên xwe de "Tirkbûna Kurdan, Tirkbûna Zazayan" dianî zimên û berpirsiyarekî MHP'yê bû, projekta ku bi van kovaran "Parçekirina hêz, zarave, ziman û devokên Kurdî ji hev û parçekirina neteweya Kurd" jî biserneket.