Pitiktî, bebektî, şîrmijkî, zimanê berpêsîran ji bêje, ristina hevokan, axavtin, bi giştî ziman û cîhana pitikan, berşîran, dergûşan re tê gotin. Bi îngilîzî Baby Talk dibêjin.

Gava mirov baş bala xwe dideyê ku dergûş ne pasîv in, çalak in, fêrdibin, teqlîd dikin, tevlî jiyanê dibin, bi kurtî wekî mezinan in. Lê ji ber ku ji aliyê biyolojîk, fîzyolojîk û gihanê ve hêj ne gihîştî ne, viya bi derfetên xwe dikin.

Bi deng, peyam û zimanê laşên xwe bi derve re dikevin têkiliyê. Axavtina mezinan teqlîd dikin, bêjeyên wê zimanê di mejiyê xwe de dinirxînin, biwate dikin û bi qasî dikarin didin der.

Pirranî yek du kîte bin jî ev jî bêje ne, bi giştî dewlemendiya zimanekê ne. Hin ji wan bêjeyan derbasê zimanê mezinan jî dibin. Bo mînak, di kurdî de ji mînder û rûniştekên dergûşan re çûço dibêjin ku ev ji zimanê nûzakî ye. Herwiha di civatan de ji ber fediyê ji penîsê re bilik dibêjin.

Girêdanên derve

biguhêre
  • Anna Winner: Kleinkinder ergreifen das Wort. Cornelsen, Berlin, 2007, ISBN 3-589-24522-0. (almanî)