Pitî navê xwarineke pêjgeha kurd e. Ji goşt û nokê ye, xwarineke quşxaneyê ye. Bi taybetî di nava kurdên Ermenistan û YKSSê de tê xwarin. Li Serhedê jî jê re pitî, pitê, pêtî dibêjin.

Pitî

Pitî rengdêrek e. Pitînî, pitînî jê anîn. Ji kevaniya malê re jî di hin devokan de pitê dibêjin, lewra gorî zilamên wan ew dikin pitînî, serê mêrên xwe dibin. Lê jin jî heyfa xwe digirin, ew jî ji mêrên xwe re pito dibêjin.

Derbasî pêjgeha Azerbaycanê jî bûye, ew jî pitî dibêjin.

Berkelî (bo şeş kesan) biguhêre

Çêkirin biguhêre

Nokên xwe ji êvar de bixin avê, nermijî bikin, bipişirînin. Goştê xwe hûr bikin, herduya bi hevre bişon û bikin quşxaneyê.

Pîvaz û kartolên xwe bikin 4 parçe, xwê û îsota xwe tevlî bikin, hinekê avê jî berdin ser û bidin ser agir, heger hûn xwarina xwe di quşxaneya hilmê de bikelînin.

Heger di quşxaneya normal de dikelînin, pîvaz û kartolê xwe paşê bavêjinê, ne bi hev re. Bila bi qasî saetekê bikele. Dûv re agirê xwe kêm bikin, bila bi qasî saetekê jî wiha bikele.