Pirzimanî
Pirzimanî rewşa bikaranîna zêdetirî yek an jî du zimanan e, çi ji aliyê kesekî/e ferdî yan jî ji aliyê komek axêveran ve. Dema ku kesek tenê du zimanan diaxive, bi gelemperî jê re duzimanî tê gotin. Tê bawerkirin ku axêverên pirzimanî di nav nifûsa cîhanê de ji axêverên yekzimanî zêdetir in. Zêdeyî nîvê hemû ewropiyan îdîa dikin ku ji bilî zimanê xwe yê zikmakî kêmtirîn bi zimanekî din jî diaxivin; lê gelek bi yek zimanî dixwînin û dinivîsin.
Pirzimanî | |
---|---|
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Galerî
biguhêre-
Pêşiya Dadgeha Destûra Bingehîn a Afrîkaya Başûr, bi nivîsa ku bi yazdeh ji diwanzdeh zimanên fermî yên Afrîkaya Başûr tê nivîsandin.
-
Nîşaneke pirziman li derveyî ofîsa şaredariya Novî Sadê, li Serbistanê, ku bi çar zimanên fermî yên bajêr tê nivîsandin: serbî, mecarî, slovakî û rûsîniya panonî.
Mijarên têkildar
biguhêre