Pirtûkxaneya Neteweyî ya Almanyayê

Pirtûkxaneya Neteweyî ya Almanyayê (bi almanî: Deutsche Nationalbibliothek , kurtebêj DNB ) pirtûkxaneya navendî ya arşîv û navenda bîbliyografî ya neteweyî ya Komara Federal a Almanyayê ye. Ew yek ji pirtûkxaneyên herî mezin ên cîhanê ye. Erka wê ew e ku ji sala 1913an vir ve hemû weşanên almanî û bi zimanê almanî yên ji sala 1913an vir ve, weşanên biyanî yên li ser Almanyayê, wergerên berhemên almanî û berhemên koçberên almanîaxêv ên ku li derveyî welêt di navbera salên 1933 û 1945an de hatine weşandin berhev bike, bi awayekî domdar arşîv bike, bi berfirehî belge bike û bi awayekî bibliyografî tomar bike û ji raya giştî re peyda bikin. Pirtûkxaneya Neteweyî ya Almanyayê jî ji Deutsche Nationalbibliografie û çend berhevokên taybetî yên wekî Deutsches Exilarchiv 1933–1945 (Arşîva Sirgûnê ya Alman), Anne-Frank-Shoah-Bibliothek û Deutsches Buch- und Schriftmuseum (Muzexaneya Almanî ya Pirtûk û Nivîsandinê) berpirsiyar e. Pirtûkxaneya Neteweyî ya Almanyayê têkiliyên derve yên hevkariyê di astên neteweyî û navneteweyî de diparêze. Bo nimûne, ew hevkarê sereke ye di pêşvebirin û domandina qaîdeyên bîbliyografîk û standardên li Almanyayê de û di pêşvebirina standardên pirtûkxaneyên navneteweyî de rolek girîng dilîze. Hevkariya bi weşanxaneyan re ji sala 1935'an û vir ve ji bo Pirtûkxaneya Almanî ya li Leipzigê û ji sala 1969'an û vir ve ji bo Pirtûkxaneya Almanî ya li Frankfurt am Mainê bi zagonê tê rêve kirin.

Pirtûkxaneya Neteweyî ya Almanyayê
Deutsche Nationalbibliothek Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

Logoya Pirtûkxaneya Neteweyî ya Almanyayê
50°07′52″Bk 8°41′00″Rh / 50.1311°Bk 8.6833°Rh / 50.1311; 8.6833
DewletAlmanya Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
ZimanAlmanî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê
  • 1912
  • 1946 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Cihê baregehê
Pêk tê ji
  • German National Library Frankfurt
  • German National Library Leipzig
  • German Music Archive Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hj. karkeran640 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Budce52.400.000 Euro Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperwww.dnb.de/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Çavkanî

biguhêre