Pierre Curie
Fizîknasê fransî
Pierre Curie (jdb. 15ê gulana 1859an li Parîs; m. 19ê nîsana 1906an li heman derê) fîzîknasekî navdar ê fransî bû.
Sala 1903î bi tevî jina xwe Marie Curie û Henri Becquerel Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye. Hêj di ciwaniya xwe de li ser krîstalografî û manyetîzmê xebitiye. Di dawiya jiyana xwe de bi navê temperatûra Curie, zagonên fîzîkî yên Curie û Curie-Konstante gelek bipêşxitinan li fîzîkê zêde dike.
Bi tevî jina xwe Marie, ku ew jî fîzîknaseka navdar bû, sala 1898î keşfa radyûm û polonyûmê dike. Ji ber wê xelata Nobel jî di nava mêr-jinê de tê parvekirin.
BerhemBiguhêre
- M. u. P. Curie, Rewşa niha ya radyoaktîvan û tîna wan a manyetîk, 1900
- M. u. P. Curie, Li ser yekgirtiyên radyoaktîv, 1901
- P. Curie u. Henri Becquerel, Bandora fîzyolojîk a tînên manyetîk ên radyûmê, 1901
- P. Curie, Li ser pîvana demê ya mîsoger, 1902
Xelat û payeBiguhêre
- Davy-Medaille, Royal Society, 1903
- Xelata Nobel a fîzîkê, 1903
- Hilbijartina wî bo Akademiya zanistiyan, 1905
- Elementa kîmyayî ya bi hejmara 96 dihate zanîn bi navê wî tê binavkirin, Curium.
- Sala 1995 goristana wî û ya jina wî Marie Curie datînin Panthéon.