Peymana Zehabê

(Ji Peymana Qesrî şîrîn hat beralîkirin)

Pisti cenga Çaldiranê (1514) di navbera Osmanî û Îraniyan de şer û cengê li ser Kurdistanê nêzîkî 130 salan dewam kir. Heta ku di sala 1639an de Osmanî û Sefewî li hev hatin û li bajarê Qesra Şîrîn civiyan Peymana Qesra Şîrînê (1639) çêkirin. Piştî vê peymanê, herêma Erdelanê ji Îranê re dima, herêma Mukrî û Şehrezûr (Silêmanî) jî ket destê Osmaniyan. Herêmên Kurdistanê yên din, weke mîrnîşîna Cizîrê, Umadiye, Soran û Baban jî, li ser rewşa xwe ya berê man. Lê ceng û şer ji Kurdistanê xilas nebûn. Ji aliyekî serê birakujiyê ji aliyek din de jî, îstîla û dagirkeriya Osmanî û Îraniyan. Heya sala 1831 peymana Qesra Şîrîn bi her rewş û bendên xwe cih girt û Kurdistan bi tevayî ket bin destê wan û di navbera wan de hate bêskirin û bû du parçe.

Bi vê encamê welatê kurdan ji aliyê du dewletan ve hate dorpêçkirin; Kurdistana Osmaniyan û Rojhilatê Kurdistanê

Çavkanî

biguhêre