Pestoya qismî

Li gor kanuna Dalton; gazên bi hev re nakevin reaksiyonê, heke di nav gîraweyek de bimînin, her yek ji gazê gîraweyê dibe sedema peydabûna pestoyek. Ev pesto wek pestoya qismî bi nav dibe. Pestoya gîraweyê ji tevahiya van pestoyan pêk tê

Pestoya qismî (bi îngilîzî: partial pressure) ango pestoya gazek a di nav gîraweya gazî de.

Peydabûna pestoya qismî ya li gor kanuna Dalton

Molekulên gazê bi derdora xwe ve di tekiliyê de ne û zorê didin li ser rûyên bi temasê de ne. Ev hêza molekûlên li ser rûyên derdor, wekî pesto bi nav dibe. Bi gelemperî gaz ne bi tena serê xwe ne, komek gaz bi hev re, bi şeweya gîrawe ne. Pestoya gazên gîraweyê li gor qanuna Dalton tê hesapkirin.

Kanuna Dalton biguhêre

Li gor kanuna Dalton; gazên ko bi hev re nakevin reaksiyonê, heke di nav gîraweyek de bimînin, her yek ji gazê gîraweyê dibe sedema peydabûna pestoyek. Ev pesto wek pestoya qismî bi nav dibe. Pestoya gîraweyê ji tevahiya van pestoyan pêk tê[1].

Pestoya qismî ya gazên atmosferê biguhêre

Wekî mînak, atmosfer gîraweya gazî ye[2]. Her gazek atmosferê dibe sedema peydabûna pestoyê. Pestoya gazek a nav gîraweya gazî wekî pestoya qismî tê bi navkirin. Pestoya atmosferê, ji tevahiya pestoya qismî ya gazên atmosferê peyda dibe.

Ango pestoya atmosferê (Patm) = PO2 + PCO2 + PN2 + PH2O = 760 mm Hg ye[2].

Ji ber ko xestiya gazên atmosferê ne wekhev e, pestoya ji aliyê van gazan ve tê peydakirin jî ne yeksan e. Ango her gazek li gor xestiya xwe pestoyek qismî peyda dike. Piraniya hewaya atmosferê ji nitrocen(azot), oksîjen, karbona dioksîd û hilma avê pêk tê. Di asta peravê deryayê de,

  • % 78,6ê atmosferê ji N2 ê,
  • % 20,9ê atmosferê ji O2 ê,
  • % 0,04ê atmosferê ji CO2 ê,
  • û % 0,5ê atmosferê ji hilma avê û gazên din pêk tê[1].

Hesapkirina pestoya qismî biguhêre

Pestoya qismî ya gaza atmosferê bi vî awayê tê hesapkirin[3].

P = (Patm ) x (rêjeya gazê ya nav gîraweyê %)

Pestoya atmosferê (Patm) ji boy peravê deryayê = 760 mm Hg ye.( mm Hg = mîlîmetir cîwe)

Rêjeya oksîjenê ya di nav hewaya atmosferê = % 21 e. (0,21) Loma pestoya qismî ( PO2) ji boy oksîjenê= (760 mm Hg )x (0,21) = 160 mm Hg ye.

Herwisa pestoya karbona dîoksîde(PCO2) jî = (760 mm Hg) x (0,0004) = 0,3 mm Hg ye.

Pestoya qismî ya nîtrocenê (PN2) jî (760mm Hg) x (0,786) ≈ 597 mm Hg ye

Pestoya qismî ya avê (PH2O) = (760mm Hg) x (0.004) ≈ 3 mm Hg ye

Çavkanî biguhêre

  1. ^ a b OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 [1]
  2. ^ a b Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J. S., & Wilson, K. J. (2014). Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness 12th ed.
  3. ^ OpenStax Biology. 2013. [2]