Patrick Maynard Stuart Blackett, Baron Blackett OM CH FRS (jdb. 18ê çiriya paşîn a 1897an li London, Brîtanya; m. 13ê tîrmeha 1974an li London) fîzîknasekî Brîtanyayî bû. Sala 1948î Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye.

The Right Honourable

The Lord Blackett

OM CH FRS
Navê rastî
Patrick Maynard Stuart Blackett
Jidayikbûn18 çiriya paşîn 1897 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin13 tîrmeh 1974 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
London Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Cihê goristanêGoristana Kensal Green Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hevwelatî Brîtanî
Perwerde
Pîşe
Meqam
  • President of the Royal Society (1965–1970)
  • member of the House of Lords (1969–1974)
  • Langworthy Professor (1937–1953) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Partiya Siyasî
  • Partiya Karkeran Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hevjîn
  • Costanza Bayon (1924–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Zarok
  • Giovanna Blackett
  • Nicolas Blackett Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dê û bav
  • Arthur Stuart Blackett Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (bav)
  • Caroline Frances Maynard Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (dê)
Xelat
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Jînenîgarî biguhêre

Li dibistana Royal Naval College a Dartmouth û Osborne dixwîne û tevlî artêşê dibe. Li Cambridge, Göttingen perwerdeya fîzîkê dibîne. Sala 1933î dibe profesor.

Bi destpêkirina şerê cîhanê yê duyem, dîsa vedigere artêşê û wekî gerînendeyê zanyarî yê hêzên hewayî dixebite. Li ser U-Boot û Antî U-Bootan lêkolînan dike. Ji bo artêşa Brîtanî li çekên nû digere.

Sala 1953î Blackett dibe dekanê fakûlteya fîzîkê ya Imperial College of Science and Technology a Londonê. Îro ev dibistan bi navê wî tê binavkirin. Di nava salên 1965 heya 1970 Blackett, serokê Royal Society bû.

Sala 1969 ew payeya Baron werdigire. Sala 1924î dizewice.

 
Patrick Blackett

Xebat û girîngiya wî biguhêre

Bingeha lêkolînên wî pirranî bipêşxistina çekên nûjen bo artêşê bû. Sala 1933î elektronan ji hev cuda dike. Elektronên pozîtîv û yên negatîv li hev kom dike. Li ser fîzîka parçeyan û dijî parçeyan lêkolînan dike. Herwiha ew jî li ser fîzîka dendikî radiwestiyabûye.

Piştî şerê duyem bala xwe berdide tîrêjên kozmîk. Sala 1948î li ser spekûlasyonên îzotropîya tîrêjên kozmîk û manyetîka wan radiweste.

Blackett di ciwaniya xwe de bi polîtîkayê re jî bilîbûye. Di nava komên çepgir û paşê jî di nava refên Partiya Karkeran de cihgirtiye. Berevaniya sosyalîzmê kiriye.

Xelat û paye biguhêre