Patroklos

Kesek ji mîtolojiya yewnanî
(Ji Patraklos hat beralîkirin)

Patroklos (bi yewnanî: Πάτροκλος) di mîtolojiya yewnanî de leşkerekî akayî bû û rêhevalê Axîleûs e ku herduyan ji hev gelek hez dikir.

Patroklos
Πάτροκλος Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
TekstÎlyada, Hades, Troy Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ZayendMêr li ser wîkîdaneyê biguhêre
Agahiyên kesane
Dê û bav
  • Menetios Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (bav)
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Axîleûs dinihêre birînên Patroklos

Di qedera Şerê Troyayê de ciyekî girîng digire. Hevrikî navbera Axîlês û Key Agamemnon hebû, ji ber wê Axîleûs daxilê şer nedibû. Akayî têk diçûn. Planek hate serê Patraklos: zirx û kumzirxa Axîleûs xwe kir û beşdarî şer bû. Akayî bawer kirin ku Axîleûs beşdarî şer bû ji ber wê wêrekî kete dilê wan. Lê Hektor vê yekê dît û Patroklos kuşt. Ji ber kuştina Patroklos, Axîleûs hêrs bû û dîsa başdarî şer bû. Axîleûs tola wî hiland.