Partiya Sosyalîst a Kurdistanê

Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) di êvara sersala 1974an de li Bakûrê Kurdistanê hat damezirandin. Hingî navê partiyê Partiya Sosyalîst a Kurdistana Tirkiyeyê (PSKT) bû, lê di kongreya partiyê ya 3an de, ku di sala 1993an de hat lidarxistin, partiyê navê "Tirkiyê" rakir û tenê "PSK" hişt. Ji destpêka damezirandina xwe heta vê gavê PSKê her tim ji bo çareseriyeke li ser bingeha dewletike federal ji bo Gelê Kurd kar û xebat kiriye. Herwiha PSK terefdarê serxwebûna Gelê Kurd e jî. Bes di nav şert û mercên, ku îro Kurdistan tê de ye, îro ji bo çareseriya pirsgirêka kurdî federesyonê maqultir dibînê. Heta kongreya 4an, ku di dawiya sala 2003an de hat çêkirin, sekretêrê PSKê Kemal Burkay bû, lê di vê kongrê de Burkay xwe bi paş de kişand û cîh bi dev hevalên xwe ve berda. Ev gava ku Burkay avêt hê li ti derê Rojhilata Navîn nehatibû kirin, ne li Kurdistanê û ne jî li imûmê coxrafya Rojhilata Navîn de. Navê sekretêrê giştî yê PSKê yê niha Mesut Tek e. PSKê di 20.11.2004an de 30 saliya damezirandina xwe li Almanyayê bi şahiyeke bi beşdarbûna bi hezaran kurd pîrozkir.

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê
  • Partiya siyasî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

Logoya Partiya Sosyalîst a Kurdistanê
DewletTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê
  • 30 gulan 2016 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hj. endaman
  • 240 (2018) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperpsk-riyaazadi.org/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Endamên PSK û çend partiyên din ên biçûk di sala 2002an de di Tirkiyê de HAK-PAR damezrand.

Mijarên têkildar biguhêre