Partenogenez (bi latînî: parthenogenesis) corek ji pirbûna nezayendî ye ko weçe (bi înglîzî: offspring) ji hêka nepîtandî çêdibe.[1]

Partenogenez corek ji pirbûna nezayendî ye.

Piraniya ajalan bi pirbûna zayendî zêde dibin lê hinek ajal û riwek dikarin bi partenogenezê jî pir bibin. Partenogenez corek ji pirbûna nezayendi ye ko hêka nepîtandî diperise bo weçeyek serbixwe.

Ji bo hê baştir mirov fehm bike ka partenogenez çi ye, em dikarin mînakek bidin. Pirbûna bi partenogezê li mirovan de rû nade, lê ji bo mînakê, de em bibêjin jinek heye, tu car bi mêrekî (zilam) ve neketiye têkiliya seksê, ango keçîn e. Heke ev jina keçîn bi tena serê xwe ducanî bimîne û keçek bîne dunyayê, ev pirbûn dibû mînakek bo pirbûna partenogenezê.

Peyva partenogenez ji du peyven yewnanî; parthenos + genesis pêk tê. Wateya parthenos ” keçîn, keçînî” ye, wateya genesis jî “peydabûn, çêbûn” e.[2] Ango ji bo pirbûna bi partenogenezê hewceya têkiliya zayendî (seksî) nîn e, loma ev pirbûn, wekî peydabûna ji keçîn (bi înglîzî: virgin birth) tê navkirin.[3]

Hin zindewer tenê bi rêka partenogenzê dikarin pir bibin, ji pirbûna van zîndeweran re pirbûna bi partenogeneza neçar (bi înglîzî: obligate parthenogenesis) tê gotin. Wekî mînak, li hin corên marmêlkeyan, koma marmêlke tenê ji mêyan pêk tê, li nav koma wan de marmêlkeyên nêr tune, loma vanan marmêlkeyên partenogeneziya neçar in.

Hin zindewer jî li gor rewşa jîngehê carnan bi pirbûna zayendî, carnan jî bi partenogenezê zêde dibin. Ev cora partenogenez, wekî partenogeneza tercîhî (bi înglîzî: facultative parthenogenesis) tê navkirin. Wekî minak, kêçên avê (bi înglîzî: water flea), û mêşhingiv hin caran bi pirbûna zayendî hin caran jî bi partenogenezê pir dibin. Di pêvajoya pirbûna bi partenogenezê de tenê yek bavan (bi înglîzî: parent) cih digire, loma bomaweyî (genetîk) ya wêçeyê an raste rast kopyaya bavanê xwe ye an jî dibe ko hinek cudahiyên biçûk hebe. Çêbûna hêkê ya bi rêka dabeşbûna miyozî dibe sedema cudahiya bomaweyî ya weçeyê.

Mêşhingiv hem bi rêka partenogenezê, hem jî bi pirbûna zayendî pir dibin.

Partenogenez bi gelemperî li ajalên bêbirrbirredar (bi înglîzî: invertebrate), bi taybetî kêzên wekî kêçên avê, spiyên riweka, mozqirtik, mêşhingiv û hin corên mûriyan (gêrik) de rû dide[4]. Herwisa hin ajalên birrbirredar (bi înglîzî: vertebrate) jî bi partenogenezê pir dibin. Wekî mînak, hin corên xişokan, beqan û mesiyan dikarin bi partenogenzê pir bibin.[5]

Li gor cora bavan an jî li gor pêvajoya partenogenezê, dibe ko weçeya bi rêka partenogenezê peydabûyî, zîndewerek haploîd an jî dîploîd be. Hêka nepîtandî, wekî hêka partenogenezî an jî hêka keçîn tê navkirin.[4]

Hin corên marmêlkeyan (gumgumok) bi dabeşbûna miyozî hêka partenogenezi ya diploîd (2n) çêdikin, ji vê hêkê jî bi rêka partenogenezê, weçeyek mê ya dîplod peyda dibe.

Piraniya ajalên ko bi partenogenezê peyda dibin, haploîd in.[3] Wekî mînak mêşhingiv dikarin bi pirbûna bi partenogenzê jî zêde bibin. Şaheng (makemêş) zindewerek dîploîd e, bi dabeşbûna miyozî hekên haploîd çêdike, hêk beyî ko bê pîtandin, dest bi dabeşbûna mîtozî dike. Ji hêka keçîn, pirox (mêşhingiva nêr) çêdibe. Berevajiyê şahenk, ji ber ko pîrox ji yek bavan peyda dibe, pîrox zîndewerek haplodî ye.[6] Ango her xaneyek pirox ne 32, lê 16 kromozoman li xwe digire. Li koma mêşhingivan de mêşhingivên nêr bi rêka partenogenezê, mêşhingivên mê jî bi pirbûna zayendî çêdibin.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
  2. ^ “Parthenogenesis.” Merriam-Webster.com Dictionary, Merriam-Webster, https://www.merriam-webster.com/dictionary/parthenogenesis. Accessed 24 Aug. 2021.
  3. ^ a b Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  4. ^ a b Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  5. ^ Cullen, K. E. (2009).Encyclopedia of Life Science. Newyork: Facts On File, Inc
  6. ^ Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.