Pîrbûn proseya mezinbûna temena mirov û candaran e. Li dema paleolîtîkê hetanî serdemên navîn jiyana mirovekî bi navînî 25-35 sal bû. Piştî ronesansê navîna emrê mirovan hêdî hêdî rabû. Ji sala 1900 heta 2000an li rewşên pêşketî navîna emrê mirovan hatiye heta 40 salî. Îro navîna mirovan li dinyayê gihaştîye heya 67 salî, li rewşê pêşketî hatiye heta 100 salî.

Pîrbûna mirovî bi destê wênesazê alman Hans Baldung (li dor sala 1540)

Teoriyên li ser pîrbûnê biguhêre

Bersiva tepkîmeyên hîdrolîtîk (av) biguhêre

Vê teoriya dibêje kî bersiva avê qelsî lê belê av li laşê mirov gellek pirr e. Di DNAya mirov de molekulên alkalî li ber bersiva avê pêketiye ev molekulên alkalî: sîtozîn, guanîn û adenîn e. Piştî bersiva avê van molekulanan herwiha dibin urasîl, hîpoksantîn û ksantîn. Hulmstendin li mirov de oksîjenê reaktîv ava dike: Bersîva oksîjanê ji bo mirov gellekî giring e. Lê belê carna laşê mirov dêvla glikoz û rûnê proteînê xwe tîne ber bersîva oksîjanê. Kêm caran proteîn çi ber bersiva oksijanê xelasi dibin. Van proteînana li laşê mirov de xwe dibe reaktîv molekul (wekî superoksît an jî hîdrojenperoksît). Ev molekulana ji bo laşê mirovan gelekî xirabkar in.

Teoriya molekulên bêçalak û mîtokondrî biguhêre

Li salan 1956an Denham Harman pêşnîyar kir kî pîrbûn ji ber molekulên bêçalak çêdibe û got kî metabolîzma jinde çeqasî zû be emrê wan jî hekkasî kêm e. Bela laşê jindan nikarî têkeve ber bersiva avê û bersiva oksîjanê. Îro teoriyan herî bawerdar teoriya mîtokondriyê ye. Mîtokondrî peyv bi cî bi mitora laşê mirov e. Enerjiya mirov 99% li ser mîtokondrî ye û mîtokondrî yên laşê mirov herî pir ji dayika mirov tê yanî emrê mirov fêrane nêzîkî dayika xwe ye. Lê veya ji bîrnekîn DNAya mîtokondrî yek wêris e ji bo wa jî zû xera dibin û DNA ya jinan ji a zilaman stûrtir e. Ji bo wakî li dinyê emrê jinan ji ê zilaman bêtir e.

Çavkanî biguhêre

  • Rodwell, Victor W. (2018). Harper's illustrated biochemistry. David A. Bender, Kathleen M. Botham, Peter J. Kennelly, P. Anthony Weil (Çapa Thirty-First edition). New York. rr. 707–719. ISBN 978-1-260-28842-1. OCLC 1047725317. {{cite book}}: Di |edition= de nivîsa zêde heye (alîkarî)CS1 maint: location missing publisher (lînk)