Pîramîda Keops an jî Pîramîda Mezin, pîramîda herî mezin e ku ji aliyê xelkê misira kevnare ve hatiye çêkirin. Di heman katî de jî di navbera heft nuwazeyên cîhanê de avahiya herî kevnar e . Ew nêzîkî Qahîreya Misirê ye. Di dema avakirinê de bilindayiya wê 146,5 m bû. Heta maweyeke 3.800 salî ve ew avahiya herî bilind a cîhanê bû.[1] Pîramîda Keops ji bo fîrewnê misirî yê bi navê Khufu ve hatiye çêkirin. Hin çavkanî jî ji bo çêkêrê Pîramîda Keopsê, wezîrê Khufuyê yê bi navê Hemiunu nîşan didin.[2] Wiha tê ramankirin ku avakirina wê 20 sal dom kiriye û beriya zayînê di dora sala 2551 de çêkirana wê qediyaye.[3]

Pîramîda Keops
  • Smooth-sided pyramid
  • şûnwarê arkeolojîk
  • Wonder of the Ancient World
  • cihê turîstîk
  • Egyptian pyramids
  • tomb Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
29°58′45″Bk 31°08′03″Rh / 29.97915°Bk 31.13422°Rh / 29.97915; 31.13422
Welat
DewletMisir Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
  • Giza Governorate Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê
Rûerd
  • 53.061,12 m² Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Bilindahî
  • 95 metre Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Agahiyên teknîkî biguhêre

 
Hundirê pîramîda keopsê

Di wexta avakirina pîramîdê de, rûxarê der ê pîramîde bi lewheyên kevir hatibûn hefidandin. Belam niha ev hefidandin nemaye. Bilindayiya Keopsê ya orjînal 146,5 m bû. Lê belê sal bi sal bi maşînê bilindayiya wê 138,75 m bûye. Pîramîda Keops, pîramîdeke çargoşe ye û dirêjiya her rûqetekê wê 230,37 m ye. Li gorî hesibandinên ku hatine çêkirin, giraniya wê 5,9 milyon ton e û qewareya wê jî 2.500.000 m3 e.[4] Pîramîd ji 2.300.000 berdekîç ve pêk hatiye. Pîramîd li gor zanyaran, ji aliyê koledaran ve nehatiye çêkirin. Ew bi peretî ji aliyê karkeran ve hatiye çêkirin.[5]

Di nav Pîramîda Keops de sê menzel heye. Ji van yek di bin pîramîdê de ye û çêkirina wê neqediyaye. Ên her du yê din jî menzela key û menzela keybanûyê ye. Di heman katî de jî di nav pîramîdê de du derbasok heye. Ji van yek li pêş e û ê din jî li paş e. Di navbera pîramîdan de ê ku xwediyê du derbasok e, bi tenê pîramîda keops e.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Collins (2001) p.234.
  2. ^ Shaw, Ian 2003. The Oxford History of Ancient Egypt. Oxford University Press, p89. ISBN 0-19-815034-2
  3. ^ Oakes, Lorana; Lucia Gahlin (2002). Ancient Egypt. Hermes House. ISBN 1-84309-429-0.
  4. ^ Levy (2005) p.17.
  5. ^ Pyramid tombs unearth 'proof' workers were not slaves[girêdan daimî miriye]

Girêdanên derve biguhêre

  Li Wikimedia Commons medyayên di warê Pîramîda Keops de hene