Otto Stern ( z. 17'ê reşemiyê 1888 li Sohrau / Oberschlesien; m. 17'ê gelawêjê 1969 li Berkeley) fîzîknasekî DYAyî yê bingeh-Alman bû. Sala 1943Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye.

Otto Stern, Lise Meitner (1937)

Perwerdeya xwe li zanîngeha Breslau bidawîkiriye. Li zanîngeha Rostockê dersdarî kiriye. Li zanîngeha Hamburgê li ser fîzîkî kîmyayê xebat kiriye. Bi hatina desthilatiyê ya Nazîyan diçe DYAyê û li wir bicih dibe. Li zanîngeha California dersdariyê dike.

Di bipêşxistina rêbaza molekûlar Ray de xwedî rolekî girîng e. Pîvandina atomîk manyetîk, tevgera manyetîk a protonê hwd di gelek lêkolîn û destkeftiyan de keda wî heye.