Nihal Yalçın
Nihal Yalçın, (jdb. 29ê adara 1981ê, li Stembolê, Tirkiye) lîstikvaneke kurd e ku bi eslê xwe ji Dêrsimê, Bakurê Kurdistanê ye.[1] Nihal Yalçın, di sala 2021ê de xelata lîstikvana herî baş a jina salê ya Festîvala Fîlman a Pirteqala Zêrîn a Antalyayê wergirt.[2]
Nihal Yalçın | |
---|---|
Jidayikbûn | 29ê adara 1981ê (43 salî) |
Esil | Kurd |
Hevwelatî | Tirkiye |
Perwerde | Zanîngeha Stembolê, Zanîngeha Başakşehirê |
Pîşe | Lîstikvan, şanoger |
Salên çalak | 2005–niha |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Kariyera wê
biguhêreNihal Yalçın bi eslê xwe keça malbatekî ji Dêrsimê ye. Piştî perwerdeya xwe ya li Konservatuara Dewletê ya Zanîngeha Stembolê beşa lîstikvaniyê qedand, li Zanîngeha Bahçeşehirê lîsansa xwe ya masterê ya lîstikvaniyê wergirt. Lîstikvaniya xwe ya yekem di sala 2005an de di fîlmê bi navê Hacivat Karagöz Neden Öldürüldü? ("Hecîfat û Qeregoz çima hatine kuştin?") di rola Zeyno Bacı ("Xwîşka Zeyno") de wergirtiye. Di dansala dawî ya rêzefîlma Aliyê Ewropayê de jî navê rola "Meryem" lîst.[1]
Nihal Yalçin, bi rola xwe ya "Açılay" ku yek ji lîstikvanên sereke yên rêzefîlma Yalan Dünya ("Dinyaya Derewîn") a ku Gülse Birsel nivîsandiye û derhêneriya wê Jale Atabey kiriye, hatiye naskirin.[1]
Yalçın, di beşa "Life Sux" ya bernameya Disko Kralı ya Okan Bayülgen de derket û di sala 2011an de di lîstika reklamê ya kompaniya pizzafiroş a Little Caesars de rol werdigire. Yalçin di 2012an de li Tirkiyeyê bi stranên soundtracka fîlma Kurtuluş Son Durak Bir Mumdur ("Yek Mumik"), Dertler benim olsun ("Derd yên min bin") û Ne kadar güzelsin ("Tu çiqas xweşik î") gelek serketî bû.[1]
Fîlmografî
biguhêreSal | Sernav | Rol | Nîşe | Format |
---|---|---|---|---|
2005 | Hacivat Karagöz Neden Öldürüldü? | Bacı Zeyno | Fîlm | |
2007 | Şöhret Okulu | Sirvan | Rêzefîlm | |
Kurtlar Vadisi Pusu | Lîstikvana beşê | Dansala yekem | ||
2009 | Ay Lav Yu | Rukiye | Fîlm | |
Kış Masalı | Figen | Rêzefîlm | ||
Güldünya | Lêstikvana mêvan | |||
Hayatın Tuzu | Süheyla | Fîlm | ||
Avrupa Yakası | Meryem | Dansala şeşemîn | Rêzefîlm | |
2010 | Cümbür Cemaat Aile | Rahime Yıldız | ||
2012 | Kurtuluş Son Durak | Goncagül | Fîlm | |
2012-2013 | Yalan Dünya | Açılay Tan | Dansala 1-2 | Rêzefîlm |
2012 | Berlin Kaplanı | Elvan | Fîlm | |
2012 | Yeraltı | Türkan | Film | |
2012 | Araf | Derya | Fîlm | |
2015 | Beş Kardeş | Canan | Rêzefîlm | |
2017 | Yol Ayrımı | Emine | Fîlm | |
2019 | İstanbullu Gelin | Güneş Köksal | Rêzefîlm | |
2021 | Seni Buldum Ya! | Fîlm | ||
Kırmızı Oda | Rezzan Kökçü | Rêzefîlm |
Xelatên wê
biguhêre- 20emîn Xelatên Şanoyên Afife - Aktrîsa herî serketî ya salê, Antabus | Qonaxa Exercise , 2016
- 19emîn Festîvala Fîlman a Zêrka Zêrîn - Lîstikvana jin a herî serketî | ( Binerd û Paqijker )
- Xelatên Komeleya Nivîskarên Fîlman ên 45. Lîstikvana jin a herî serketî | ( Binerd )
- 17mîn Xelatên Sadri Alışık - Lîstikvana jin a herî serketî (Komedî) | ( Destpêka Dawî ya Rizgariyê )
- 58. Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn a Antalyayê - Lîstikvana herî baş ( Zuhal )
Çavkanî
biguhêre- ^ a b c d "Nihal Yalçın kimdir, kaç yaşında ve nereli?". www.ntv.com.tr (bi tirkî). Roja gihiştinê 14 çiriya pêşîn 2021.
- ^ "2021 Antalya Altın Portakal'a Tamer Karadağlı ve Nihal Yalçın gerginliği damga vurdu: Neler yaşandı?". T24 (bi tirkî). Roja gihiştinê 14 çiriya pêşîn 2021.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |