Nejla Demir

siyasetmedareke kurd

Nejla Demir, (jdb. 1988, li Agiriyê) endezyarê cotemenî, rojnamevan û siyasetmedareke kurd e.

Jînenîgarî biguhêre

Nejla Demir di sala 1988an de li Agiriyê ji dayik bûye û xwendina xwe ya seretayî û navîn li Agiriyê qedandiye.[1] Li Zanîngeha Wanê xwendina xwe ya bilind di warê zanistên çandiniyê de qedandiye. Demir ji Enstîtuya Zanistê di beşa Endezyariya Çandiniyê de lîsans û di warê zanistên heywanan de bi pîleya lîsanasa bilind diqedîne.[1][2]

Di Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê de dest bi rojnamegeriyê dike ku heta ajans di sala 2016an de ajans ji aliyê dewlet û hikumeta tirk ve hatiye girtin.[3] Di sala 2019an de ji ber gotarên wê yên di derbarê Dagirkirina Serêkaniyê ku ji aliyê dewleta tirk û çekdarên Daîş û El nusra yên berê ve di sala 2019an hatiye dagirkirin, di Rojnameya Karincayê de hatin weşandin, di derbarê wê de lêpirsîn hat destpêkirin û di sala 2019an de ji bo demeke kurt ji aliyê dewleta tirk ve hatiye girtin.[4]

Kariyera siyasî biguhêre

Di hilbijartinên giştî yên 14 gulana 2023an de ji YSPê wekî Parlamentera Agiriyê hatiye hilbijartin. Wê destnîşan kiriye ku ew armanc dike ku li Agiriyê projeyên çandiniyê yên li ser bingeha keda jinan pêk bên û li Agiriyê derfetê çêbike ku pêşî li koçberiya ciwanan bê girtin.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ a b "Demir: We will work to prevent emigration from Ağrı". ANF News (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 10 çiriya paşîn 2023.
  2. ^ Haber, Politika (26 nîsan 2023). "'Halkımızın topraklarına dönmesi için çalışacağım'". Politika Haber (bi tirkî). Roja gihiştinê 10 çiriya paşîn 2023.
  3. ^ "Wayback Machine" (PDF). web.archive.org. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 21 çiriya pêşîn 2021. Roja gihiştinê 10 çiriya paşîn 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  4. ^ "Gazeteci Necla Demir Beraat Etti". bianet.org (bi tirkî). Roja gihiştinê 10 çiriya paşîn 2023.