Nefertîtî jina navdar ya key Axenaton, yek ji keyên herî dawî yên dînastiya XVIIIan ya Misirê ye.

Portreyê Nefertîtiyê li Muzeya Misrê ya Berlînê

Nefertîtî bi xweşikbûna xwe û bi rolê xwe yê polîtîk dema amarniyan deng daye. Berî niha bi pêlekê dema ku komek arkeologên emerîkî dest bi tamîra pîrozgiha Atonê kir, Arkêologan dîtin ku li ser dîwarê mozaîk ku mêziniya wî nêzîkê 6 hezar ton e wêneyên Nefertîtî ji yê key Axenaton pirtir hatine neqişandin, ji vê yekê ew pir şaş man. Di neqşan de şahbanû tevlî key li cihê fîrewnan, li pêşiya xwedayê xwe xwiya dikin, dema ku şahbanû dijminê misrê ceza dike. Di hin şeklên din de cohtê key bi tevlî şahbanûyên piçûk xwiya dikin. Hemî şekl nîşan didin ku Nefertîtît xwedî hêzek mezin e.

Nav û pênase Biguhêre

Nav û pênaseyên Nefertîtî

  • Prensesa erdîtî (Iry-pat)
  • Pesindayînên mezin (wrt-Hzwt)
  • Xatûna keremê (nbt-im3t)
  • Evînşêrîn (bnrt-mrwt)
  • Xatûna du welatan (nbt-t3wy)
  • Jina padîşahê sereke, delala wî (Hmt-nswt-‘3t mryt.f)
  • Jina padîşahê Mezin, hezkiriya wî (Hmt-nswt-wrt mryt.f)
  • Xanima Hemû Jinan (Hnwt-Hmwt-nbwt)[1]

Çavkanî Biguhêre

  1. Grajetzki, Wolfram (2005). Ancient Egyptian queens : a hieroglyphic dictionary. London: Golden House Publications. ISBN 0-9547218-9-6. OCLC 61189103.