NPD
Partiya polîtîk a neteweperest li Almanyayê
Arma partiyê | Serokê partiyê |
---|---|
![]() |
![]() |
Agahiyên bingehîn | |
Damezrandin: | 28'ê sermawez 1964 |
Cihê damezrandinê: | Hannover |
Endam: | 5400 |
Slogan: | Partiya ku heş û
vîsyon li aliyê xwe digrê |
Serokê partiyê: | Frank Franz |
Cîgirên serokê partiyê: |
Karl Richter, Frank Schwerdt |
Rêjeya jina: | 27 % |
Nîvekiya salên endaman |
37 sal |
Ji aliyê dewletê ve Îdarekirina partiyê ya aborî: |
1.376.678,48 € (2006) |
Organîzasyona partiyê: | 16 Rêxistinên herêmî, Rexistinên Navçe |
Malpera fermî: | www.npd.de |
Partiya Niştimandemokrat a Almanya - NPD (bi almanî: Nationaldemokratische Partei Deutschlands) partiyeke neteweperest a Almanya ye.
Di 28'ê sermawezê 1964'î de li bajarê Hannoverê hatiye damezrandin. Rê û metodên nêzîkê desthilatdariya nazîstan diparêze û li sîstemeke nêzîkê wan digere. Di hilbijartinan de, bi hêviya bêtir wergirtina dendan, gelek caran propaganda di dijî welatiyên ne esilalman (biyanî) dikê. Li dijî partiyê gelek doz hatine vekirin.
Partî bi taybetî li rojhilat û bakurê welêt bihêz e.Tê texmînkirin ku li dora 5.400 endamên wê hene. Rejeya jina di nava NPD'ê de 27% .
Birêvebirên NPDêBiguherîne
- Friedrich Thielen: 1964 - 1967
- Adolf von Thadden: 1967 - 1971
- Martin Mußgnug: 1971 - 1991
- Günter Deckert: 1991 - 1996
- Udo Voigt: 1996 - 2011
- Holger Apfel: 2011 - 2013
- Udo Pastörs: 2013-2014
- Frank Franz: ji sala 2014