Nîhat Öner
Nîhat Öner nivîskar û berhevkarekî kurd e ku di sala 1985an de li Agiriyê ji dayîk bûye.
Pêşiyên wî ji Rewanê hatine Îdirê. Li wir jî di Serhildana Agiriyê de gundê wan dibe herêma qedexe û koçî gundekî Agiriyê dikin. Heya niha çar pirtûkên wî yên bi kurdî derçûne. Di gelek kovar, rojname û malperan de nivîsên wî hatine weşandin. Xebatên wî yên berhevkariyê yên li ser dîroka devkî û çanda devkî ya kurdan, berdewam in.
Pirtûkên wî
biguhêre- Mîrza Mihemed, Gurzek Çîrok Ji Herêma Serhedê, Weşanên Avestayê, 2016.
- Dendo, Weşanên Wardozê, 2018.
- Ji Bînbîra Kurdan Baweriyên Gelêrî, Weşanên Wardozê, 2019.
- Tivinga Kurda Ya Çillûle, Weşanên Wardozê, 2020.
Çavkanî
biguhêre
Ev gotara ji bo nivîskarekî kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |