Muqedîma Ilmê Serfê û Be'dê Usûlê Lazîmeyê Tealîmeyê bi Zimanî Kurmancî

Muqedîma Ilmê Serfê û Be'dê Usûlê Lazîmeyê Tealîmeyê bi Zimanî Kurmancî, ev kitêb di eslê xwe yê Eliyê Teremaxî ye. Lê Mele Mehmûdê Bazîdî ew ji nû ve bi rêkûpêk kiriye û nivîsandiye û pêşgotinek jî jê re amade kiriye. Dixuyê ku Eliyê Teremaxî ev kitêb di destpêka sedsala 17'an de nivîsandiye. Çunkî Vladîmîr Mînorskî di Ansiklopediya Îslamê de dibêje: “Eliyê Teremaxî di sala 1591î de hatiye dinê".

Ferhad Pîrpal di kitêba xwe ya navborî de, di vî warî de agahdari dide û wiha dibêje: “A. Jaba di du nameyên xwe yên tarîxa wan 17.06.1858'an û 02.04.1859'an de, ku ji rojhilatnasê Elmanî Lerinhardet Dorin re dişîne wiha dibêje: Ev destnivîsa hêja beriya sala 1857'an li ba melayekî xelkê Hekariyê bû, min jê daxwaz kir ku bide min an bifroșe min, lê wî nefiroșt. Navnîşana destnivîsê ya Fransizi ev e: Gramaire Kurde par Ali Teremakhi offert a l'Academie Imperial des Sciences a St-Petersbourg, par A. JABA". Lê piştre em j1 meqaleyekê ku di berhema Mele Mehmûdê Bazîdî ya bi navê “Cami'eyê Risaleyan û Hikayetan" ku ji çil çirok û sê maqaleyên ji aliyê wi bive xwe ve hatine nivîsandin pêk tê -yek ji wan maqaleyan a ku em dikin- û ji aliyê A. Jaba ve wergera wan a Fransizî hatiye kirin û li Petersburgê bi pêşgotinekê re ji aliyê Peter Lerch ve Kurdi û Fransiziya wê hatiye weşandin, hîn dibin; Mele Mehmûdê Bazîdî diçe li ba wî melayê xelkê Hekariyê û ew kitêba Eliyê Teremaxi jê werdigire. Piştre ji ew bi xwe về destnivisê ji nû ve vedijîne û ew bi pêşgotineka di warê jiyana dîni û rewşenbîri ya di nav mizgeftên wî wextê yên Kurdistanê de, awayê xwendina dersê û bi kurteyek di warê jiyana Eliyê Teremaxî de teslîmê A. Jaba dike.

Belê, xuya dike ku cara ewil e Mele Mehmûdê Bazîdî ev berhema Eliyê Teremaxî ya hêja û yekemîn car bi kurdî nivîsandina rêzimanêkê, peyde dike û piştre jî ew ji nû ve divejîne û dixe li ber destê xwendevanên kurd. Heta niha çend kesan di der barê vê kitêbê de hinek agahdarî dane. Yek ji wan edebiyatnasê hêja Marûf Xeznedar e.[1]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Bazîdî, M. M. (2010). Cami'eya Riseleyan û Hikeyetan Bi Zimanê Kurmancî. (Z. Avci, Ed.) Istanbul: Weşanxaneya Lîs.