Morfem an morfêm, di zimanzanistî da, biçûktirîn yekîna zimanzanistî ye ko ji aliyê ramanzanistî anko sîmantîkê ve xwedî ramaneka xweser e. Di zimanê axivtinê da, morfem ji foneman anko biçûktirîn parên denganî yên ko dihên vavartin pêk dihên.

Têgeha morfemê ji têgeha peyvê cida ye. Morfem hindek caran bi tena serê xwe nahên (morfema vebestî) û hindek caran bi tena serê xwe dihên (morfema azad). Di koka xwe da, morfem bi morf-an xwe nîşa didin. Her ramana ko bi morfemekê dihêt pêşberkirin mumkîn e bi çend morf an şiklekan bit. Her yek ji van morfan alomorf anko alîmorfekê ji morfema xwe pêkdiînin. Jibo mînak, di zimanê înglîzî da, morfema s ko raman komê didit, carina wekî -s dihêt (mîna peyva cats [kets]), carina wekî -es (mîna peyva dishes [dîşiz]) û carina jî wekî -z (mîna peyva dogs [dagz]) dihêt. Hindek caran jî bi awayekê bitivavî guhartî wekî -ren (mîna peyva children [çîldrin]) dihêt. Ev hemî (-s, -es, -z û -ren) alomorfên morfema s ya ramana komê di înglîzî da ne.

Coreyên morfeman

biguhêre
  • morfema azad, ko bi tena serê xwe dihêt û piranî wekî peyvan dixoyin, mîna bajar, stran.
  • morfema vebestî ko bi tena serê xwe çi ramanan nadit û dibê digel morfemeka dî bihêt, mîna -van di peyva bajarvan da û -bêj di peyva stranbêj da.
  • morfema gerdandinê ko jibo gerdankirina peyvan anko çêkirina peyvên nû ji peveka heyî bikardihên, mîna di peyva ciwanî da.
  • morfema tewandinê ko jibo tewandina peyvekê bikardihêt, mîna dema ko mirov demên karî di zimanî da nîşa didit an hijmarê. Di zimanê kurdî da, jibo mînak di- morfemeka tewandinê ye ko jibo îfadekirina ramana dema niha an dema ko gotin qala wê dikit dihêt bikaranîn (mîna diçim ko ramana dema niha didit karê çûnê û diçûm ramana dema heyî li dema qalkirinê didit karê çûnê). Mînakeka dî ji morfemên tewandinê di zimanê Kurdî da morfema -an e ko jibo ramana komê li kar e (mîna mirovan, welatan, morfeman).
  • Alomorf ko rengên cida yên morfemeka zimanî ne (mîna morfema ramana komê di zimanê înglîzî da).