Mohemd Riza Himetyar helbestvanê kurd e.

Mohemed Riza Himetyar li sala 1958ê de li bajarê Tikabê girêdayî bi ostana Azerbêycana Xerbî Rojhilata kurdistanê hatiye dinyayê.Bav û diya vî çoyîne ber rehmeta xudê.Navê bavê vî Ebdolla û navê diya vî Hacye bû.Ev li ber xatira babê xwe ku meimorê devletê bû,dersa seretayiya û navîn û lîsê xwe li Tikab,Seqiz, Bîcar û Sine (Senendec) tevav kirye.

Paşan li bajarê Seqizê dibîte mamoste û her livê dizevice û piştî çendîn sal xizmeta mamosteyetiyê tête bajarê Sine û karê mamostetiyê didomîne. Li zanîngeha Kirmanşahê lîsansa ziman û edebiyata farisî distîne. Heta niha li bajarê Sine merkeza ostana Kurdistanê de dimîne û tê baznişest kirin.

Himetyar her li zarûtiya xwe de helbestên farisî digotin. Pîştî şoreşa Îslamî ya Îranê ya sala 1978ê dest bi gotina helbestên kurdî kir. Bilî dîvana helbestê vî ku hê ronahî nedîtiye, ev mijûlê vergêrana Şehnama Firdosîye, ku 60000 beyte û şahkara edebiye cihanêye. Evî heta niho 20000 beyta vergêrane ser zimanê kurdî zarava Soranî ku bi helbesta kilasîke, li ber çap kirinê ye.

Berhem biguhêre